Kurtefîlmê “Navnîşan” li 14emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Lionsê bû duyemîn
Kurtefîlmê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” li 14emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya Lionsê ‘Xelata Duyemînî” girt. Pêşbirka Kurtefîlman a Lionsê ji alîyê Federasyona Derdora Birêveberî ya 118ê ya Komên Lionê ya Navneteweyî ve tê lidarxistin û xelatên pêşbirkê îsal li Navenda Çanda Prof Dr. Turkan Saylanê ya Şaredarîya Maltepeyê bi merasimek hatin dayîn.
Onur Yagiz bi kurtefîlmê xwe yê “Avrupa Fatîhî” re bû yekemîn, Aram Dildar bi kurtefîlmê “Navnîşan” re bû duyemîn, Christian Lopez Lamelas bi kurtefîlmê xwe yê “Joan Tiene Un Secreto” re bû sêyemîn.
Xelatên din ên pêşbirkê: “Benden Korkmana Gerek Yok” (derhêner: Recep Bozgoz): Xelata Taybet a Fahrettîn Kerîm Gokayê. “Nahid&Adele” (der: Tábata Cerezo): Xelata Taybet a Jurîyê. “En Mi Piel” (der: Sandor M.Salas): Xelata Taybet a Mustafa Zîya Ulkencîlerê. “Surîyelî Kozmonot” (der: Charles Emir Richards) û “Terra Somnus” (der: Daniel Othon M.Gallardo) Xelata Mansiyonê.
Kurtefîlmê “Navnîşan” rêwîtiya xwe ya festîvalan didomîne. “Navnîşan” li 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê (Holenda) xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’, ji 42yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî” girtibû û beşdarî li bernameyên 34emîn Turkische Filmtage Munchen (Munîh) û li 2yemîn Festîvala Kurtefîlman a TAYFyê (Stenbol) bûbû. Lîstikvanên Ahmet Akman, Ronî Dildar û Erdal Kaya di kurtefîlmê de lîstine.
Kurtefîlm, heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî”, ji 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xelata “Derhênerê Hêvîder”, ji 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê xelata “Fîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn”, ji 6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê “Xelata Duyemînî” û ji 9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’ girtin.
“Navnîşan” li beşên pêşbazî yên 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê û 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hatibû hilbijartin. Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome.
Aram Dildar kî ye?
Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com