Kurtefîlmê “Navnîşan” wê li Turkische Filmtage Munchen û li Festîvala Kurtefîlman a TAYFê bê nîşandayîn

Kurtefîlmê derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” wê li bernameyên Turkische Filmtage Munchen û li Festîvala Kurtefîlman a TAYFyê bê nîşandayîn. Lîstikvanên Ahmet Akman, Ronî Dildar û Erdal Kaya di kurtefîlmê de lîstine.

34. Turkische Filmtage Munchen (Rojên Fîlmên Tirkî yên Munchenê) îsal dê di navbera 30ê Adarê û 2yê Avrêlê de li sînemayên Rio Filmpalast û Neuen Rottmann Kinoyê yên bajarê Almanyayê yê Muhîhê bê lidarxistin. Gelek kurtefîlm, belgefîlm û fîlmen metrajdirêj dê di çarçoveya bernameya rojên fîlman de derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê. 

Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya TAYFê bi piştgirîya Gerînendetîya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Turîzmê û ji aliyê Zanîngeha Nîşantaşi ya Stenbolê ve  tê lidarxistin. Xelatên festîvalê wê di şeva 27ê Avrêlê de bi merasimek li Salona Konferansê ya Doç.Dr. Cevdet Uysalê bêne dayîn. Fîlmên festîvalê di 4 beşan de têne xelatkirin.

Kurtefîlmê derhêner Aram Dildarî yê “Navnîşan” heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê xelata “Kurtefîlmê Herî Serketî”, ji 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê xelata “Derhênerê Hêvîder”, ji 23yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Îzmîrê xelata “Fîlmê Herî Serketî yê Sêyemîn”, ji 6emîn Festîvala Kurtefîlman a Guzel Ordûyê “Xelata Duyemînî” û ji 9emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Uşakê xelata ‘Muzîka Herî Serketî’ girtin.

“Navnîşan” li beşên pêşbazî yên 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê û 39. Festivala Kurtefîlman a Tehranê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji bo Berhevoka Pêşbazî ya 1emîn Festîvala Fîlman a Girê Miraza ya Rihayê hatibû hilbijartin. Pêvajoya festîvalan ya kurtefîlmê didome.

Aram Dildar kî ye?

Derhêner û lîstikvanê kurd Aram Dildar, di sala 1990ê de li bajarê Êlihê (Batman) hate dinê û di gelek komên şanoyê de cih girt. Li beşa Radyo, TV û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê xwend, bi fîlmê “Press” (2010) cara yekem di fîlmekî metraj dirêj de lîst, derhênerîya kurtefîlmên; “Binevş” (2009), “Da”(2015), “Hazirîyek Bo Derengmayînê” (2018) kirin, di hin fîlman de weke alîkarê derhênerê xebitî. Derhêner, di gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî de derhênerî û alîkarê derhênerîya bernameyan kirine. Dildar, di fîlmên “Mûsa” (2012), “Adem Başaran” (2013) û “Biryareke Zor” (2017) de lîstin, fîlmên wî beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî bûn.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir