Kurtefîlmê “Rewşen” ji bo Festîvala Fîlman a Gûzîka Zêrîn a Edeneyê hate hilbijartin
29emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gûzîka Zêrîn a Edeneyê îsal di rojên 12-18ê Îlonê de derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û kurtefîlmên ku dê di beşa Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî de bikevin pêşbazîyê hate eşkerekirin. Di nav fîlmên fînalîst de kurtefîlmê derhênerê kurd Musab Tekîn ê bi navê “Rewşen” jî cih digire.
Sînemager Mûsab Tekîn ligel fîlmê “Rewşen”, du kurtefîlmên din ên bi navê “Ayakkabi” (2013) û “Teşqele” (2016) kişandine û beşdarî li gelek festîvalên fîlman bûye.*
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gûzîka Zêrîn a Edeneyê îsal dê di meha Îlonê de cara 29emîn bê lidarxistin. Fîlmên fînalîst ên Pêşbirkên Metrajdirêj, Belgefîlm, Kurtefîlman û Pêşbirka Kurtefîlman a Xwendevanan diyar bûn. Kurtefîlmê bi Kurdî yê “Rewşen” bû yek ji fîlmên fînalîst û bi tevahî 20 fîlm ji bo beşa Pêşbirka Kurtefîlman hatine hilbijartin. Jurîya Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî wê di navbera dîrokên 12-18ê Îlonê de kurtefîlmên fînalîst temaşe bikin.
Bernameya festîvalê ji aliyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê lidarxistin û li festîval îsal “Xelatên Kedê yên Orhan Kemalî” didin li Zîhnî Goktay, Sûzan Kardeş û Zafer Ayden.
Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî:
“Aysha” / der: Cengîz Akaygun (Almanya)
“Big Touch” der: Christopher Tenzis (DYA)
“Birthday” / der: Alî Ozgur Baltaoglû (Tirkiye)
“Dance Again” / der: Mohsen Nabavî (Îran)
“Dance İn this chaos” / der: Mûrat Zherka (Maqedonya)
“In Search of Dad One Night” / der: Alkim Ozmen (Tirkiye)
“Îstanbul Îstanbûl” / der: Ozcan Înan (Tirkiye)
“Neon Phantom” / der: Leonardo Martînellî (Brazîlya)
“Our Ark” / der: Denîz Tortûm, Kathryn Hamilton (Holenda)
“Rewşen” / der: Mûsab Tekîn (Tirkiye)
“Snow White” / der: Lana Barić (Xirwatistan)
“Spotless” / der: Alî Ercivan (Tirkiye)
“Susam” / der: Samî Morhayîm (Tirkiye)
“The Eagle’s Nest” / der: Milija Šćepanović (Montenegro)
“The Seine’s Tears” / der: Yanis Belaid, Eliott Benard, Nicolas Mayeur (Frensa)
“The Sprayer” / der: Farnoosh Abeo (Îran)
“The Zoo” / der: Nafiseh Zare (Îran)
“Turkish Gothic: Portrait of a Family” / der: Bûrcû Ûgûz (Tirkiye)
“Warrior” / der: Amanbek Azhymat (Kirgîzistan)
“Zpr 359” / der: Liam Branagan (Awistiralya)
Etienne Moulin, Hadrien Pinot, Lisa Vicente, Philippine Singer, Alice Letailleur
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com