Kurtefîlmê “Tablo” wê li Arnewidîstanê bê kêşandin
“Tablo” (The Paintings) projeya senaryoya kurtefîlmê nû yê derhênerê kurd Kadîr Emanî ye ku di navbera 223 projeyên 35 welatên cîhanê de ji bo bernameya Balkan’s Gate Film Forûmê hate hilbijartin. Proje, ligel 3 projeyên kurtefîlman ve hatiye bijartin û dê di çarçoveya Balkan’s Gateyê de li bajarê Tîranê yê Arnewidîstanê bê kêşandin.
Projeya kurtefîlmê, di Avrêla sala 2021ê de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Golden Sparrowê Xelata Taybet a Jurîyê girtibû. Derhênerê ciwan Kadîr Eman, bi kurtefîlmên xwe yên “Baskên Şikestî” (2017) û “Navber” (2019) ve tê naskirin û di gelek fîlman de cih girtine.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com