Kurtefîlmê “Tercûme” wê li Bienala Bordeauksê bê nîşandayîn
Kurtefîlmê bi Kurdî “Tercûme” yê rojnamevan û derhênerê kurd Omer Faruk Baranî, ji bo bernameya Bordeaux Biennala Shortsê hate bijartin ku di dîroka 21ê meha Cotmehê de derdikeve li pêşberî sînemahezan.
Li gor nûçeya malpera Diyarnameyê, hatiye ragihandin ku amadekarên bîenalê ji 57 welatan 447 kurtefîm ji bo wan hatine şandin û ji nav van 24 kurtefîlm ji bo nîşandayînê hilbijartine.
“Tercûme”, herî dawî di Pûşberê de li Festîvala Fîlman a Mister Vorkyê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji festîvalê Xelata Mezin girt ku ji bo fîlmên yek deqîqeyî didin. Kurtefîlm, heta niha di çarçoveya gelek bernameya festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayîn û ji gelek festîvalên fîlman xelat girtin.
Wêne: Diyarname
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com