Kurtefîlmê vê hefteyê: “Pera Berbangê”

Kurtefîlmê derhênerê kurd Arîn Înan Arslanî yê “Pera Berbangê” (2011) li ser koçberîyê disekine li bajarê Dêrsîmê bi zaravayên Zazakî û Kurmancî hate kêşandin. Mirovên gundekî piştî ku valakirina gundê wan koçî li bajarê dikin. Zarokekî bi navê Bişkov, kevokên kedî li bazarê bajarê azad dike û bi vî awayî debara malbata xwe dike. Senaryoya kurtefîlmê Arîn Înan Arslan bixwe nivîsîye.

Yoldaş Toy, Alîcan Pinar, Ana Rindan, Erdal Cevîz, Mîrza Metîn, Alîşan Unlu di kurtefîlmê de lîstine, Senem Tuzen weke derhênera dîtbarî û Metin Çelik weke derhênera hunerê tê de cî girtine. “Pera Berbangê” , 61emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê jî tê de li gelek festîvalên fîlman derketibû li pêşberî sînemahezan û ji 17emîn Festîvala San Gio Verona Videoyê xelata “Derhênera Dîmenê ya Herî Serketî” girtibû.

Arîn Înan Arslan (Arinsu Arslan) di sala 1982yê de li Dêrsîmê hate dinê û di 2004ê de yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Kırıntı”yê kişand. Di sala 2005ê de ji beşa Mamostetîya Kompûterê ya Zanîngeha Egeyê mezûn bû. Derhêner, bi kurtefîlmê xwe yê duyem “Sî û Ba” (2006) re li Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Tehranê xelata ‘Kurtefîlmê Asyayê yê Baştirîn’ girt. Piştî çar salan, bi kurtefîlmê “Pera Berbangê” derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Arslan, di sala 2017ê de derhênerîya belgefîlmê “Anadolu Ninnileri”yê kir û herî dawî jî kurtefîlmê xwe yê bi navê “Bêder” (2020) kişand û di Cotmeha 2023yê de bi belgefîlmê xwe yê nû “Aşkla Sana” re derket li pêşberî temaşevanan. Kurtefîlmên wî li gelek festîvalên fîlman hatin nîşandayîn û xelat girtin.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir