Kurtefîlmê western ê bi navê “Extraña forma de vida” tê

Kurtefîlmê western ê bi navê “Extraña forma de vida” (Strange Way of Life) tê kişandin. Hate ragihandin, fîlmê nû dê ji aliyê derhênerê navdar ê spanî Pedro Almodóvar ve bê kişandin û Ethan Hawke û Pedro Pascal weke serlîstikvan hatin eşkerekirin.

“Extraña forma de vida” bi derhênerîya Pedro Almodóvar re bi îngilîzî tê kişandin û tê de dê lîstikvanên Ethan Hawke û Pedro Pascal cih bigirin. Cureya kurtefîlmê western e û ji nîv saetê pêk tê. Kurtefîlmê nû wê ji pargîdanîya produksiyonê ya El Deseo ve bê kişandin ku li ser çîroka mirovekî bi navê Silvayî disekine.

Derhênerê hoste Pedro Almodóvar di derbarê kurtefîlmê xwe de axaft û got, “Ez ê hîn bêtir nebêjim ji ber ku naxwazim hemû surprîzên senaryoyê eşkere bikim.”

Di navbera projeyên nû yên Almodóvarî de fîlmekî bi îngilîzî ê bi navê “A Manual for Cleaning Women” jî heye ku senaryoya fîlmê Pedro Almodóvar û  Cate Blanchett bi hev re nivîsandine.

Çavkanî: Variety

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: