Kurtefîlmên “Ez Tsûbasa Me” û “Navnîşan” wê li Filistînê bêne nîşandayîn

Kurtefîlmên bi Kurdî yên “Ez Tusubasa Me” û “Navnîşan” wê sibê li bernameya The Citadel Cinema Clubê, li Filistînê bêne nîşandayîn. The Citadel Cinema Clubê di bernameya Tîrmehê de, fîlmên serbixwe yên Sînemaya Kurdî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Di çarçoveya nîşandayîna fîlman a The Citadel Cinema Clubê de du kurtefîlmên bi Kurdî yên “Ez Tsûbasa Me” û “Navnîşan” wê di 6ê mehê de li Bell Castle û Citadelê ya Filistînê bêne nîşandan. Destpêka nîşandanê: 19:00*

“Ez Tusubasa Me” (2016) ji alîyê erhêner, senarîst û şanoger Bîlal Korkût ve hatibû nivîsîn ku di bernameya gelek festîvalên filman de hate nîşandayîn û xelat girtin. Kurtefîlmê derhêner û senarîst Aram Dildarî yê “Navnîşan” (2022) rêwîtiya xwe ya festîvalan didomîne û heta niha ji gelek festîvalên fîlman xelat girtin. “Navnîşan” îro dê li bernameya Kuşadasî ya 18emîn Festîvala Fîlmên Karkeran, li Navenda Çanda F. Ozel Arabulê derbikeve li pêşberî temaşevanan. Destpêka nîşandayînê: 21:00*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir