Kurtefîlmên “Hevêrk” û “Şeva Xîzê” hatin weşandin

Em ji ber nesaxiya Coronayê di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Di van rojên xemgîn û zor de li cîhanê gelek platform, malper û derhêner lînkên fîlmên xwe ji bo temaşevanên sînemayê vedikin û diweşînin. Derhênerên kurtefîlmê “Hevêrk” û belgefîlmê “Şeva Xîzê”ê, fîlmên xwe li ser platforma vîdyoyan weke bêpere weşandin.

“Hevêrk” (Çember/The Circle, 2016) kurtefîlmê yekem ê derhêner Rûken Tekeşê ye û qala çîroka xwendekara dibistana pêşîn Zelalê dike û trajediya baweriya Êzidîyan nîşan dide. “Hevêrk” li bernameya ji zêdetirî 200 festîvalên fîlman hate nîşandan û li Heskîfê hate kişandin. Kurtefîlm, di beşa Kurtefîlmê Herî Serketî ya 30’emîn Xelatên Fîlman a Ewropayê de hate nîşandan.

Belgefîlmê “Şeva Xîzê” (Kumun Gecesi/The Night of the Sand, 2018) ku ji aliyê derhêner Alî Ergulî ve hatibû kişandin, qala jiyan û malbatên Karkerên spîkirin û xîzkirina kotê dike, nexweşiya sîlîkozisê û encamên giran û kujende yên vê nexweşiyê nîşan dide. Belgefîlmê “Şeva Xîzê” herî dawî li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karkeran, li Mersîne hate nîşandan.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: