Kurtefîlmên “Navnîşan” û “Sar” wê li Dîlokê bêne nîşandayîn

3yemîn Festîvala Kurtefîlman a Entabê di navbera rojên 11-13ê Mijdarê de li salonên sînemayê yên Forûm AVM Paribu Cineverseyê, li Dîlokê li dar dikeve û fîlmên fînalîst hatin eşkerekirin ku tê de du kurtefîlmên bi Kurdî jî cih digirin.

Festîvala Kurtefîlman a Entabê îsal cara 3yemîn di dîrokên 11-13ê mehê de derdikeve li pêşberî temeşavanên sînemayê. Kurtefîlmê derhênerê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan” û kurtefîlmê derhênerê kurd Adar Baran Degerî yê “Sar” li festîvalê bûne kurtefîlmên fînalîst ku dê di beşa Pêşbazîya Kurtefîlman de bikevin pêşbazîyê. 

Pêvajoya festîvalên fîlman yên her du kurtefîlmên bi Kurdî didomin û heta niha li gelek festîvalên fîlman hatine nîşandayîn.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: