Kurtehevpeyvîneke bi derhênerê ciwan Abdullah Çeper re

Hevpeyvîn: Rûmet Onur Kaya

Derhênerê ciwan ê kurd Abdullah Çeper, yekem kurtefîlmê xwe ya bi bavê “Hundir” (İnside) di sala 2018’ê de kişand û kurtefîlm, li çarçoveya bernameya 12’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SineMardînê di beşa Berhevoka Sêwîriya Kurt de hate nîşandan. Derhêner Abdullah Çeper, kişandina kurtefîlmê xwe ya duyem a bi navê “Qulpik”ê qedandiye û em jî weke malpera Sînemaya Serbixwe, bi derhênerê ciwan re kurteheypeyvîneke kirin.

Hûn dikarin xwe bi kurtî bidin nasîn?

Ez Abdullah Çeper di ala 1997 de li navçeya Qosera Mêrdînê ji dayîk bûm. Min perwerdehîya xwe ya lîseyê li Qoserê qedand. Têkilîya min a bi sînema û hunerê ji salê lîseyê ve dest pê kir û min biryar da ku ez ê beşa sînemayê bixwînim. Di sala 2017’ê de min li bajarê Stenbolê li Zanîngeha İstanbul Şehir Üniversitesi’yê di beşa Sînema û Televizyonê de dest bi perwerdahiyê kir û ez niha jî berdewam dikim.

Fikra Projeya kurtefîlmê we ya “Qulpik” çawa derket holê? Hûn dikarin ji bo xwendavanên sînemayê qala kurtefîlmê xwe ya nû bikin?

Fikra projeya kurtefîlmê bêtir di bin bandora jiyana metropolê de derket holê. Ez li Stenbolê dijîm û derfeta min çêbû ku ez di vî bajarî mezin de jiyana mirovên ku ji her tebeqeyê de bibînim û ez bi xwe jî hinek tiştan bijîm. Min li Stenbolê dît ku hinek mirov ji hêla aborî ve zêde tengasîyê de ne, hinek dewlemend in, hinek jî di ortê de mane. Lê tu dewlemend bibe an feqir bibe ferq nake, tu mecbûr î hertim ji bo pêdivîyên jiyana xwe, heq û kedekê bidî. Li vir, heq û keda ku em qal dikin, ku pere be û ku tişteke din be ferq nake lê tu mecbûr î ku bixebite. Min pirseke din jî ji xwe re pirsî û min got ku, ev kedên ku em ji bo pêdivîya xwe didin, çiqas pêwîst e an jî biedalet e û ev sîstema jiyanê ku em jê qal dikin, di derbarê etîk, rastî û şaşîyê de çawa bandorê li nerîna mirovê dike. Fikra fîlmê di vê çarçoveyê de derket, lê fîlm tenê ji vê hêlê ve nehat afirandin, bi tenê hêleke fîlîmê bi avayî hate kişandin. Anuha fîlm di pêvajoya post-produksiyonê de ye û ji ber rewşa pandemîyê, em pêvajoya post-produksiyonê ji dûr ve dimeşînin, bi mail û telefonê ez û ekîba post-produksiyonê diaxivin û berdewam dikin. Fîlm, dê di demeke nêz de biqede.

Îsal projeya kurtefîlmê min a nû ya “Qulpik”ê ji aliyê Wezareta Çand û Hunerê ve alîkarî wergirt û me fîlmê xwe nû qedandin. Hinekî qala çîroka filmê bikim, fîlîm li ser malbateke kurd disekine û ev malbat wextekê mala xwe bar kirine û li Stenbolê bi cih bûne. Di malbatê de tenê karaktera me ya jin a bi navê Asya dişixule, li diya xwe û birayê xwe yî piçûk dinêre û debara xwe bi vî awayî dikin û rewşa wan ji alîyê aborî ve ne pir baş e. Fîlm, di vê rewşa malbatê de, li ser meseleya wicdan û hewldana Asyayê disekine.

Em ji ber şewba Coronayê, ji pêvajoyeke dijwar derbas dibin û vîrusa Coronayê wekî hemû warên jiyanê bandorê li xebatên sînemayê jî dike. Hûn di vê pêvajoyê de weke derhênerekî ciwan çi dikin û wextên xwe çawa derbas dikin?

 Ez jî wekî her mirov ji wê rewşê aciz bûm û êşiyam, lê jîyan heye û berdewam dike. Ez wekî derhênerekî ciwan anuha wextê xwe li malê ji xwendin, temaşekirina fîlman re û xebata ser projeya xwe ya “Qulpik”ê derbas dikim. Hişê me ji ber rewşa ku em tê de ne carna mûjil be jî û ku xebat bi me re çiqas dijwar xuya bibe jî wek derhênerek elimandî, bi tenê bûnê ez rûtîna xwe ya xebatê berdewam dikim.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: