Kurtenêrînek Li Ser Dîroka Sînemaya Tirkî

Destpêk

Gava em behsa dîroka sînemayê dikin berî her tiştî têkiliya dîrok û sînemayê derdikeve pêşiya me. Gelo fîlm dikarin bibin belgeyek ji bo nivîsîna dîrokê? Ev pirs di nava lêkolerên sînemayê de rê li ber hin nîqaşan vekiriye. Li gor Marc Ferroyî fîlm ger dîmena realîteyê be an jî nebe, ger belge an fiksiyon be, ger rast an xiyalî be dîsa jî ew hemû dokumanên dîrokî ne. Çawa ku fîlm bi tena serê xwe dibe dokumaneke dîrokî her wisa bi rêya çêkirina fîlman ên der barê bûyerên dîrokî de dîrok ji nû ve dikare bê nivîsîn. Lê belê hewildanên çêkirina dîrokê ne mijara me ye. Dîrok ji bo mirovan ne bi tenê mînakên baş dihewîne anku dîrokeke îdeal tune ye. Dîroknas jî bêyî ku cudahî bixîne navbera baş û xirab, rast û çep divê hemû pêvajoyan yek bi yek bikole û divê bi çavekî objektîf û layennegir binêre keresteya ku di ber destê wî de ye. Em ê hewil bidin ku di pêvajoya dîrokê de rêwitiya sînemaya tirkî, çi fîlmên hunerî be çi yên ticarî be, çawa dest pê kiriye û ji kîjan qonaxan derbas bûye û îro geheştiye kîjan astê bi awayekî kurtayî behs bikin. Lewma derfeta me tune ye ku yek bi yek fîlman rêz bikin û li ser derhêneran rawestin. Xebatên li ser dîroka sînemaya tirkî hinek dereng dest pê kirine û heta îro jî li ser fîlma yekem a tirkî gelek nîqaş hene û serdema destpêka sînemaya tirkî hê baş nehatiye ronîkirin. Lewma em ê li vir nekevin hûrgiliyan, bêtir em ê li ser bisekinin ku li gor serdeman sînemaya tirkî çawa dikare bê dabeşkirin.

Hatina Sînemayê Di Nava Dewleta Osmaniyan Re

Weke tê zanîn li dinyayê sînema bi birayên Lumiére ve tê destpêkirin. Di sala 1895an de cara ewil li Fransayê di kafeyekê de çend kurtefîlm hatine nîşandan. Piştre ev îcada nû li seranserê Ewropayê belav dibe. Heta ku em îro dizanin di sala 1896-97an de di seraya osmaniyan de jî bi destura Evdilhemidî fîlm hatine nîşandan. Li gor dîroknasê sînemayê Giovanni Scognamilloyî ji bo xelkê jî cara ewil di meyxaneya Sponeckê de danîşana fîlman hatiye kirin. Li gor heman çavkaniyê cihûyek bi navê Sigmund Weinberg li Stenbolê li semta Beyogluyê gelek fîlman daye nîşandan. Wê demê nîşandana fîlman bi Beyogluyê re sînordar e û kesên ku wan fîlman temaşe dikin jî dîsa exleb biyanî bûn. Anku gava sînema hatiye Tirkiyeyê demeke dirêj derdoreke sînordar pê eleqedar bûye. Piştî 10-11 salan salonên ewil ên sînemayê tên avakirin. Weke ku Scognamillo behs dike salona ku yekem car ji hêla tirkan ve tê vekirin di 19 gulanê 1914an de bi navê “Milli Sinema” ava dibe. Rêvebirên vê salonê Murat Beg û Cevat Boyer in. Dîsa fîlmên ewil ku çêkerên wan tirk in di vê salê de tên kişandin. Piraniya van fîlman belgefîlm bûn. Fermandarê osmaniyan Enver Paşa di sala 1915an de bi navê “Merkez Ordu Sineması” dezgehekê ava dike. Sigmund Weinberg jî weke rêvebirê vê dezgehê tê tayînkirin. Di van salan de Fuat Uzkınay jî di artêşa osmaniyan de weke efser wezîfe dike, piştî avabûna Merkez Ordu Sineması wî jî dikin alîkarê Weinbergî. Mebesta vê navendê bi rêya çêkirina belgefîlman tomarkirina bûyerên dîrokî û siyasî bû. Ji ber wê yekê piranî piştgiriya belgefîlman hatiye kirin.

Gavên Ewil ên Sînemaya Tirkî

Di gelek çavkaniyan de fîlma bi navê “Ayestefanos’taki Rus Abidesinin Yıkılışı” weke yekem fîlma tirkî tê destnîşankirin. Nîqaşên li ser vê fîlmê hê jî berdewam in. Dîsa li gor çavkaniyan derhênerê vê fîmê Fuat Uzkınay e. Nîqaşên li ser vê fîlmê geheşte wê astê ku hin kes angaşt dikin fîlmeke wiha qet nehatiye kişandin. Agahiyên di heqê vê fîlmê de bi domana demê re di derdora xwe de mîtek afirandiye. Barış Saydam di çarçoveya vê fîlmê de li ser nivîsandina dîrokê bi rêya sînemayê re nêrînên xwe bi berfirehî nivîsiye. Heke nîqaşên li ser vê belgefîlmê em bidin aliyekî em dikarin bibêjin “Himmet Ağa’nın İzdivacı (Fuat Uzkınay, 1918)” yekem fîlma fiksiyon e. Li ser daxwaza ‘Merkez Ordu Sineması’yê Sigmund Weinberg di sala 1916an de dest bi vê fîlmê dike lê ji ber şert û mercên şerê cîhanê yê yekem nikare xilas bike û fîlm nîvco dimîne. Piştî şerê Fuat Uzkınay vê fîlmê temam dike. Her çiqas li Tirkiyeyê sînemagerê yekem Sigmund Weinberg be jî Fuat Uzkınay yekem sînemager ê tirk tê hesibandin. Di van salan de ji bilî Weinberg û Uzkınay derhênerekî din jî heye. Sedat Simavi bi piştgiriya ‘Milli Müdafaa Cemiyeti’yê bi navê Pençe (1917) û Casus (1917) du fîlmên fiksiyon çêdike. Ew her sê derhênerên ewil rasterast bi daxwaza çêkirina sînemayê rabûne lê belê em ê piştre bibînin ku sînemaya tirkî demeke dirêj xwe ji tesîra şanogeriyê nikare xilas bike.

Bi hewildanên Fuat Uzkınay re piştî şerê cîhanê şîrketên sînemayê tên vekirin. Wê çaxê birayên Seden bi navê Kemal Film şîrketek ava dikin. Ji bo dîroka sînemeya tirkî ev şîrket pir girîng e. Wê deme hêdî hêdî navê Muhsin Ertuğrulî derdikeve holê. Gelek balkêş e ku kariyera sînemayê ya Muhsin Ertuğrul paralelî rewşa siyasî ya wê demê ye. Wê çaxê li Tirkiyeyê sîstema yek partiyê heye û sînemaya tirkî jî nêzî bîst salan di bin nîrê Muhsin Ertuğrulî de dimîne. Li vir em dixwazin balê bikşînin li ser vê yekê jî: gava ku sînema tê Tirkiyeyê ji hêla artêşê ve navendek tê avakirin ji bo ku fîlmên belgeyî bên kişandin anku bi awayekî ji sînemayê sûd werdigirin û piştgiriyê didin lê belê di damezrandina komara nû de em tiştekî wisa nabînin, bi tu awayî rasterast piştevaniya sînemayê nayê kirin. Ji bo vê alîkariya dewletê divê gelek sal di ser re derbas bibin.

Serdema Şanogeran

Muhsin Ertuğrul di sala 1922an de fîlmekê çêdike û bi vî awayî dest bi sînemayê dike. Lê belê berî her tiştî ew şanoger e û ji bo şanogeriya tirkî kesayetekî pir girîng e. Lewma ji sînemayê bêtir bala xwe dide li ser şanoyê. Sînema ji bo wî tiştek demkî ye û jixwe fîlmên xwe piştî sezona şanoyê tê girtin û dikeve betlaneyê çêdike. Fîlmên wî exleb adaptasyonên ji lîstîkên şanoyan e û berhemên ku hatine adaptekirin jî dîsa ji berhemên biyanî anku rojavayî hatine girtin. Ev yek hişmendiya siyasî ya wê demê jî nîşan dide. Komara ku nû hatiye avakirin dixwaze jiyana çandî ya tirkan bi muzîk, dans û hunerê modernîze bike. Muhsin Ertuğrul heta sala 1953an nêzî 30 fîlm çêdike. Yekem fîlma wî ya girîng adaptasyona ji berhema Halide Edip Adıvar a bi navê Ateşten Gömlek e. Vê fîlmê di sala 1923an de dikêşe û taybetmendiyeke vê fîlmê jî ev e; cara ewil di vê fîlmê de lîstikvanên jin ên tirk dilîzin. Em dikarin bibêjin Bir Millet Uyanıyor (1932) fîlma wî ya herî girîng e. Dîsa fîlma wî ya bi navê Aysel Bataklı Damın Kızı (1934) ku senaryoya vê fîlmê ji hêla Nazim Hikmet ve hatiye nivîsîn di sinemaya tirkî de fîlma yekem e ku ji xwe re weke mijar gund bijartiye. Her wisa yekem fîlma bi deng a sînemaya tirkî Mushin Ertuğrul çêkiriye ku navê vê fîlmê İstanbul Sokaklarında ye û di sala 1931ê de hatiye kişandin. Di vê serdema ewil a sînemayê de ku jê re Serdema Şanogeran (bi tirkî: Tiyatrocular Dönemi) dibêjin him ji hêla derhênerî ve him jî ji hêla produksiyonê ve reqabet tune ye. Fîlmên ku di vê serdemê de hatine çêkirin ji bo pêşketina sînemaya tirkî tu tesîreke erênî nekirine. Bi adaptasyona lîstikên şanoyan zimanê sînemayê tirkî hêj di despêkê de xelet hatiye avakirin û sînema bi teknîkên şanoyî hatiye sînordar kirin. Lewma vê serdemê tesîreke neyînî li ser sînemaya tirkî kiriye.

Serdema Derbasbûnê

Demeke dirêj ji bilî İpek Filmê şîrketeke din tune ye ku fîlman çêke. Gava ku ji hêla Faruk Kenç û Şadan Kamil ve Ha-Ka Film tê avakirin di heman demê de di sînemaya tirkî de jî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdemê de ji bilî Muhsin Ertuğrulî çend derhêner ên ciwan derfeta çêkirina fîlman bi dest dixin. Faruk Kenç di sala 1939an de bi navê Taş Parçaları fîlmekê dikêşe, lewre ji dîroka vê fîlmê heta sala 1950î weke Serdema Derbasbûnê (bi tirkî: Geçiş Dönemi) tê binavkirin. Ji bilî Faruk Kenç derhênerên din ên vê serdemê ev in: Şadan Kamil, Baha Gelenbevi, Turgut Demirağ, Şakir Sırmalı, Çetin Karamanbey, Aydın G. Arakon, Orhan M. Arıburnu. Ji bilî wan kesan derhênerên Serdema Şanogeran jî fîlmên xwe dikêşin. Di vê serdema derbasbûnê de ji bo sînemeya tirkî bûyereke din a girîng diqewime. Di dema şerê cîhanê yê duyem de fîlmên Misirî tên Tirkiyeyê û girseyên qelebalix li van fîlman temaşe dikin. Piraniya van fîlman melodram bûn û ev yek piştre dîsa li ser sînemaya tirkî wek serdema şanogeran tesîreke neyînî dike. Bi taybetî jî sînemaya Yeşilçamê xwe ji tesîra van fîlman xilas nake.

Ger em li vir çend hejmarên îstatîstîkî bidin tabloyeke wiha derdikeve pêşiya me: di navbera salên 1917 û 1947an de 58 fîlm hatine çêkirin. Lê belê piştî van salan çêkirina fîlman gelek zêde dibe. Di salên şêstî de di salekê de ji 100î zêdetir fîlm tên kişandin. Çend sedemên sereke hene ku di van salan de çêkirina fîlman hêsan kiriye. Hikûmet çend qanûnên nû derdixîne û bi vî awayî avakirina şîrketên fîlman hêsantir dibe û her wiha salonên sînemayê jî berbelavtir dibin. Zêdebûna çêkirina fîlman belkî rasterast rê li ber sînemayeke qalîtetir û baştir venekiriye lê belê gava em li dîrokê dinêrin derhênerekî wek Omer L. Akad fîlmên xwe yên ewil di vê serdemê de çêkiriye.

Serdema Sînemageran

Di sala 1949an de Omer L. Akad yekem fîlma xwe bi navê Vurun Kahpeye dikêşe. Akad hîn bi fîlma xwe ya duyem di sînemeya tirkî de serdemeke nû vedike. Navê wê fîlmê Kanun Namına ye û di sala 1952an de hatiye kêşandin. Ji hêla sînematografîk ve ev fîlm ji fîlmên din pir cuda bû. Lewma lêkolînerên sînemayê di dîroka sînemaya tirkî de bi vê fîlmê serdemeke nû bi navê Serdema Sînemageran (bi tirkî: Sinemacılar Dönemi) didin destpêkirin. Omer L. Akad di fîlmên xwe yên ewil de tiştên cur bi cur diceribîne. Bi taybetî di fîlma xwe ya Beyaz Mendilê (1955) de realîteya jiyanê ya gundî û pirsgirêka gundiyan bi awayekî serkeftî teswîr dike. Akad ji bo sinemaya tirkî ne bi tenê kesayetekî pêşeng e, her wiha ew mamosteyek bûye ku rê li ber perwerdebûna gelek derhêneran vekiriye. Ji bo serdema sînemageran em dikarin navê van derhêneran wek mînak bidin: Metin Erksan, Atıf Yılmaz, Memduh Ün, Osman Seden. Em dikarin heta sala 1960î vê serdemê weke lêgerîneke navxweyî bibînin. Dîsa di vê serdemê de hin cureyên wek melodram û destanên gundan tên kişandin ku piştre di sinemaya tirkî de dibin cureyên serdest ên fîlman. Her wiha di sinemaya tirkî de lîstikvanên wek Ayhan Işık, Muhterem Nur ku wek stêrkên sînemaya tirkî dihatin binavkirin cara ewil di vê serdemê de derketine pêşberî temaşekeran.

Hin Teşebisên Bizavan û Serdema Sînemagerên Nû

Li Tirkiyeyê gava mirov bixwaze li ser dîroka tiştekî binivîse derbeyên leşkerî dibin xalên werçerxî yên girîng. Anku rewşa siyasî ya Tirkiyeyê her tim tesîra xwe li ser hemû qadan kiriye û sînema jî li gor wê rewşa siyasî dirûv wergirtiye. Piştî derbeya leşkerî ya sala 1960î sînemeya tirkî dikeve geşedaneke nû. Wek berê jî me gotibû hejmara fîlman pir zêde dibe. Sinemagerên vê serdemê ji bo pêşxistina sînemaya tirkî lêgerîn û nîqaşan dikin ku em dikarin bibêjin ji bo pêşxistina sînemaya tirkî ew nîqaş hêj berdewam in. Gava em li mêjûya sînemaya tirkî dinêrin bizaveke yekgirtî û serkeftî em nabînin lê carinan tevgerên temenkurt peyda bûne. Mesela di wê serdemê de temaya gelek fîlman rastiya civakî ye, li ser pirsgirêkên civakê fîlm hatine çêkirin.

Metin Erksan di vê qadê de derhênerekî serkeftî bû û li ser civakê gelek fîlm çêkirine. Bi taybetî jî fîlma wî ya bi navê Susuz Yaz (1964) wek fîlmeke tirkî cara ewil di festîvaleke navneteweyî de xelata mezin wergirtiye. Dîsa di vê serdemê de bi pêşengiya Halit Refiğ bizaveke bi navê Ulusal Sinema (Sînemaya Neteweyî) derdikeve lê belê zêde berbilav nabe, bes li derdoreke sînordar tesîr dike. Halit Refiğ fikrên xwe yên di heqê sînemaya neteweyî de di pirtûkekê de kom kiriye. Her wiha çend derhêner bi navê Milli Sinemacılar (Sînemagerên Neteweyî) tên cem hev û fikrên xwe yên li ser sînemayê diyar dikin ku bi kurtayî dixwazin li gorî fikra senteza Tirk-Îslamê fîlman çêbikin. Nûnerê herî girîng ê vê bizavê Yücel Çakmaklı ye. Fîlmên wan bes li gorî naverokê ji yên din cuda dibin, ne ku ji hêla sinematografik ve tu cudahî an jî pêşketin di wan de tuneye.

Di salên 1960î de sînemaya tirkî wek Yeşilçam Sineması jî dihat binavkirin. Wek berê jî me behs kiribû hejmara fîlman pir zêde bûbû. Piştî salên 1970î hêdî hêdî di sînemayê de bipaşketinek çêdibe, xelk wekî berê naçin sînemayê. Di van salan de piranî fîlmên erotîk tên çêkirin û di sînemayê de fîlmên bi vî awayî serdest in. Her wiha ev serdem ji bo sînemaya tirkî derhênerekî mezin û bêhempa dihewîne. Cihê Yılmaz Güneyî ne bi tenê di van salan de di tevahiya dîroka sinemaya tirkî de pir taybet e. Gava lêkoler li gorî serdeman dîroka sînemaya tirkî dabeş dikin mecbûr dimînin beşeke taybet ji bo Yılmaz Güneyî terxan bikin. Yılmaz Güney bi lîstikvaniyê dest bi sînemayê dike. Di van fîlman de exleb karekterên wî bindest, avam û neçar in lê şanaz in. Lewma temaşekerên wê demê Yılmaz Güneyî wekî xwe dibînin û jê gelek hez dikin. Di demeke kurt de dibe lîstikvanekî pir populer. Bi taybetî lîstikvaniya wî ya di fîlma ‘Hudutların Kanunu’yê de ji bo wê demê tişteke nû bû. Derhênerê vê fîlmê Omer L. Akad bû û senaryoya wê jî Yılmaz Güney nivîsîbû. Li gel lîstikvaniya xwe Yılmaz Güney di gelek fîlman de senarîstî jî dike. Di sala 1966an de dest bi derhêneriyê dike, yekem fîlma wî ya girîng Seyit Han e ku di sala 1968an de hatiye kişandin. Lê belê fîlma wî ya bi navê Umut (1970) ew çend deng vedide ku him ji bo wî him jî ji bo sînemaya tirkî serdemeke nû vedibe. Piştre ji ber fikrên xwe yên siyasî çend caran tê girtin lê belê di girtîgehê de dev ji karûbarên sînemayê bernade. Senaryoyên bi hûrgilî dinivîse û asîstanên wî jî li gor xwestina wî van senaryoyan dikêşin fîlmê. Fîlma wî ya herî girîng Yol (1982) jî bi vî awayî hatiye çêkirin û derhêneriya wî Şerif Gören kiriye. Piştî ku ji girtîgehê direve û diçe Fransayê li wir montaja fîlma Yolê çêdike û di festîvala Cannesê da xelata herî mezin a Palmiyeya Zêrîn werdigire. Piştî Yolê fîlma xwe ya dawî Duvarê (1983) dikêşe û di sala 1984an de ji ber nexweşiya kanserê dimire. Li gel Yılmaz Güney ji bo vê serdemê Serdema Sînemagerên Nû (bi tirkî: Yeni Sinemacılar Dönemi) jî tê gotin. Piştî vê serdemê em tesîra Yılmaz Güney bi eşkereyî dibînin. Heta îro jî tesîra wî berdewam e. Derhênerên wek Zeki Ökten û Şerif Gören jixwe asîstanê wî bûn û piştî mirina wî li ser şopa wî berdewam kirin.

Piştî Salên Heştî Sînemaya Tirkî

Derbeya leşkerî ya sala 1980î wek hemû qadan di sînemayê de jî bû sedema hin guherînan. Piştî derbeyê li seranserê Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin girtin û azadî û mafên mirovan hatin tengkirin. Di van salan de derhêneran bêtir fîlmên şexsî û derûnî çêdikirin. Guherînek din jî fîlmên erotîk êdî nedihatin kişandin lê belê şûna wan fîlman di sînemaya tirkî de fîlmên arebesk bûn serdest. Ertem Eğilmez jî derhênerekî vê serdemê ye lê belê derhênerê herî balkêş û resen ê vê serdemê Ömer Kavur e. Anayurt Oteli (1986) fîlma wî ya herî baş e û di heman demê de fîlma herî cuda ya vê serdemê ye. Derhênerên wek Nisan Akman, Tunç Başaran, Zülfü Livaneli jî di vê serdemê de bi fîlmên xwe derdikevin pêş. Bi rastî jî di vê serdemê de sînemaya tirkî pêvajoyeke zehmet derbas dikir. Ji ber televizyonê êdî temaşekerên sînemayê her diçû kêm dibûn, ji ber wê hejmara fîlman jî kêm dibû. Ber bi salên 1990î ve fîlmên Yavuz Turgul girseyeke nû kişand sînemayê. Bi taybetî di sala 1996an de fîlma wî ya bi navê Eşkıyayê ji hêla temaşekirina di salonên sînemayê de li gorî dema xwe rekorekê pêk anîbû. Her wiha Sinan Çetin jî di vê serdemê de dest bi çêkirina fîlman kiribû.

Salên 1990î ji bo sinemaya tirkî gelek fîlmên girîng dihewîne ku piraniya wan ji hêla derhênerên ciwan ve hatine kişandin. Gelek derhêner di vê serdemê de fîlmên xwe yên ewil kişandine. Lewma em dikarin bibêjin ku di vê serdemê de nifşeke nû ya derhêneran peyda bûye û bingeha sînemaya îro bi saya wan hatiye avêtin. Derhênerên ku di vê serdemê de derketine pêş ev in: Reis Çelik, Reha Erdem, Yeşim Ustaoğlu, Zeki Demirkubuz, Nuri Bilge Ceylan, Derviş Zaim, Tomris Giritlioğlu, Serdar Akar û hwd.

Encam

Li şûna encamê em dikarin bibêjin ku piştî peydabûna sînemayê li Tirkiyeyê hêj di salên 1896-97an de nîşandana fîlman hatiye kirin. Lê belê demeke dirêj nîşandana fîlman bi derdoreke biçûk sînordar bûye. Piştî ceribandinên ewil ên fîlman bi Muhsin Ertuğtulî re Serdema Şanogeran dest pê kiriye, ji avabûna şîrketên nû heta salên 1950î Serdema Derbasbûnê berdewam kiriye. Piştre Serdema Sînemageran dest pê kiriye ku di vê serdemê de hêdî hêdî sînema wek huner hebûna xwe derxistiye mexderê. Piştre hewildanên çêkirina hin bizavan çêbûye lê belê bizaveke temendirêj di sînemaya tirkî de peyda nebûye. Piştre Serdema Sinemagerên Nû dest pê kiriye. Di vê serdemê de cihê Yılmaz Güney pir taybet e ku hêj jî tesîra wî li ser sînemaya tirkî û derhênerên xort û ciwan heye. Piştî salên 1980î sînemaya tirkî rengekî nû wergirtiye û bûye sînemayeke bêdeng û derûnî. Bi salên 1990î sînemaya tirkî pêngavên girîng avêtine ku van pêngavan bingeha sînemaya îro pêk aniye. Îro jî sînemaya tirkî di geşedanekê de ye û ji hêla ticarî ve jî pêşketineke berbiçav çêbûye.

Nivîs: Şafî Muhammed

Çavkanî 

Pirtûk

Ayşe Osmanoğlu, Babam Sultan Abdulhamid, İstanbul, 2016

Giovanni Scognamillo, Türk Sinema Tarihi, İstanbul, 2010

Marc Ferro, Sinema ve Tarih, İstanbul, 2017

Înternet

Özkan Karaca, “Türk Sineması Dönemleri” http://www.kameraarkasi.org/makaleler/makaleler/turksinemasidonemleri_ozkankaraca.pdf

http://www.tsa.org.tr/

(Ev nivîs cara yekem di meha Rêbendana 2020’ê de, di hejmara duyem a Fanzîna Sînemaya Serbixwe de hat weşandin.)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: