Kurtenêrînek Li Ser Têgihên Wext, Rastî û Xeyalê ango “Fanny Och Alexander”
Nivîs: Rizgar Mafdar
Fîlmê televîzyonê “Fanny Och Alexander” (1982) ku ji aliyê derhênerê gewre Ingmar Bergmanî ve hatiye kêşandin; di derbarê gelek war û qadan de, li mêjiyê me pirs û xalan hişyar dike. Dixwaze em ser van tiştan dîsa û bi guman bisekinin. Lê dema van tiştan raberî me dike jî helbet ji şibak û paceya nêrîna xwe tiştan dide me. Ji bo wê ye meriv kare bêje sînema ne milkê ti kesî ye ku sînor û tixûban lê diyar bike, û dîsa milk û emlaka her kesî ye ku mirov dişê/dikare hemû nêrîn û fikrên xwe bi awayekî azad tê de pêşkêş bike. Dê hûn bibêjin ev çima û ji ku derket?
Dema meriv bi tevahî li ser fîlmê raweste û berawirdiyek bêhed (lê pir zêde jî ne dirêj) bike ku fîlmên derhênerê bidin ber hev û piçek ji bilî fîlman li jiyana derhênerê jî binêrin, encamê de ji agahiyên me berhev kiriye, em dikarin bibêjin ku nêrînek nehêniya derhênerê li ser ol û dîn û tiştên têkildarê van mijaran heye. Di van sê demjimêran de bi piranî meriv zext û zilm û zordestiya oldarekî li ser insanên bêguneh û bêtawan dibîne. Dibînin ku Xweda tenê pêlîstokek e ku me bi tirsan di hiş û xeyalê xwe de cihek mezin û bê ser û ber jê re bi avakiriye. Taliyê li gel tirsê, pirs jî di mêjiyê min de birûsk vedide. Ez naxwazim zêde li xwe bidim der, lê qêrînên di mêjiyê min de olan vedidin û dipirsin: Tixûb li ku ye, rastî li ku, bawerî li ku ye, sekinandin li ku, lebat li ku, rê li ku û bi hezaran pirsên bi vî rengî. Pirs bi qasî bersivan girîng e, ne girîng e nizanim, lê bi bersiva van pirsan bi ya min ji ber nezelalbûnê, nepêkane hebe. Em ji pirsan wêdetir nikarin biçin û dîsa ezê bêjim çima? Tevî van pirsan nizam dê piçek be jî tîna me pê bişkê, derhêner di vî warî de dibêje dinya kurtedemeke xewnî ye. Çi hewceyê fikr û ramanên kûr û dûr dike. Ma hezkirin, hîskirin, bi her tehmê çêjandin û hwd. têrî kê nake? Asoxîn, bi awayekî hêsan û basît bifikirin, pir zêde pê de neçin. Ez dixwazim we dîsa hişyar bikim ku sînema dihêle em bi nêrînê xwe li ser nêrîna şibaka derhênerê/î hûr bibin. Yanê ev tiştên ez rêz dikim ramanên derhênerê ye. Belkî ya min jî bêhemdî çend qitik heliyabe nêv de.
Xala din ku em hemû kes jê bi gilî û gazinc in; wext û rastî! Ka çi dikare van têgihên xem û derd xistiye laş û mêjiyê me rave û pênase bike? Wext çi ye, rastî çi ye? Rastî li ku wextê ye û wext li ku rastiyê ye? An rast e em van têgihên razber lê têra xwe jî şênber, berawirdî hev bikin? Lîstikvan û karakterên me her çêlî leza wext û demê dike, bala min jî kêşaye ku derhênerê me di filmên xwe yên dîtir de jî li ser lez û herikbariya demê sekinine. Tevî van tiştan her ku diçe xerabî û rizîbûn jî zorê lê dike. Yanê derhêner xema hemû dinyayê di xwe de dihewîne û hildigire, xuyaye gelek li ber dikeve, helbet dixwaze em jî li ber bikevin. Bi nêrîna min ev aloziyan ne pêwendîdarê demê ye lê têra xwe pêwandidarê mirovan e. Heta ku insan li ser rûyê erdê be dê zilm û neheqî jî têra xwe hebe. Hema nexin sitûyê Kabîlîyê feqîr. Di hundirê me de ye ev tişta.
Ji bo zelalkirina mijarê heke em mînakek dîtir ji filmê bidin “Tiştinên mirov dikin û di nêv de heye, çi tiştinên baş û xerab, hemû ji xwedê ye!.” Ji ber naxwazim ev du xalên ku me girtibû dest, zêde dirêj bikim û mêjiyê xwe û we şolîtir bikim, ez ê bi van peyvên ku di dawiya filmê de derbas dibin neqlî li vir bikim da ku hizra derhênerê baştir bê fêm kirin: “Her tişt dibe ku bibe/dikare bibe. Her tişt pêkan û gengaz e. Di eslê xwe de wext û cih nîne. Di tevneke rastiyê de bi nexşên nipnû, xeyal teşe digire.” Bi kurtasî ne rastî heye ne jî wext. Bi tenê “XEYAL” heye.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com