Kurtenivîseke li ser zimanê
Nivîs: Rûmet Med
Ziman, amûra danûstandin û ragihandinê ye ku di pêvajoyeke dipdirêj a herikîna dîrokê de derketiye holê. Ji aliyê mirov û heywanan ve tê bikaranîn û ji dengan pêk hatiye. Bi danûstandin û ragihandina bêgotin û bi jest û mîmîkan ve jî mirovan peyamên xwe digihînin li hev. Ziman, di heman demê de ji aliyê bîr û hişê takekesî û civakî ve jîngirîngî ye; fikr, hest û ramanên mirovan li gorî rewşa bîra civakî teşe digirin û li gor mercên jiyanê geşedana xwe didomînin.
Li cîhanê ji ber diyalektîka xweza û dîrokî ti ziman homojen nîne û hemû zimanên cîhanê di demeke dûvûdirêj de pêk hatine û bandorê li hev kirine (hevbandorîya peyv, hevok û şêweya axaftinê v.s) û guhêrbar in. Her tişt di nav guherîn û veguherîneke de pêşveçûn û geşedana xwe didomînin ku li gorî şert û mercan teşe digirin, xwe nû dikin û nû dibin. Nivîskar Eliot li ser vê mijarê dibêje, “Hemû tiştên nû, ji ber xwe ve kevneşopî ne..”* Derhênerê nemir Jean-Luc Godard jî di derbarê bandorên çapemeniyê yên li ser mirov û zimanan de wiha dibêje, “Êdî ragihandin tune ye. Bi tenê amûrên ragihandinê hene..*”
Hemû zimanên cihanê, ji malbatên zimanan ji hev cihê bûne û bi demê re weke zimanekî nû derketine holê û gelek zaravayên zimanan jî bi demê re bûne zimanekî serbixwe. Li gorî zanîn û diyalektîkê; hemû zimanên cîhanê di herikîna jiyanê de ji hev pêk hatine û bandorê li hev ketine. Bi gotina John Bergerî, “Berî tîpan dîtin hebû..”* ango dîtin û bihîstin her tiştî diafirîne û teşe dide wan, û ev kurtegotin; mirovnasî, diyalektîk, xweza, jiyan, dîrok û rastînê di nav xwe de dihewîne.