“La Gomera” û fîlmên din

Di hefteya nû de, dîroka 10’ê meha Rêbandanê li salonên sînemayan, fîlmên muzîkî û anîmasyonê jî têde, bi giştî 10 fîlm ketin vîzyonê. Vê hefteyê li vîzyonê, fîlmên; “La Gomera”, “Matthias et Maxime”, “Cats” derdikevin pêş.

Cristi polîsekî ye ku qaçaxçiyên tilyakê ew kirê kiriye. Cristiyê ku li Bukreşê dijî ji bo endamekî mafyayê berde diçe girava La Gomera. Cristi divê zimanê fîkandinê ku jêre Silbo dibêjin hîn bibe ji ber ku ev ziman li vir tê bikaranîn. Cristi bi saya vî zimanê veşarî endamê mafyayê rizgar dike û dema vedigere Bukreşê dibe xwedî mîlyon dolaran. (Çavkanî: Diyarname.com)

Derhênerê navdar Corneliu Porumboiu yek ji nûnerên herî serketî yên Pêla Nû ya Romanyayê ye û li seranserî cîhanê bi fîlmên xwe yên; “A Fost Sau n-a Fost? (2006), “Politist, Adjectiv” (2009) ve tê naskirin. Derhêner bi fîlmê xwe yê nû “La Gomera” re bû berendamê Oscarê û di çarçoveya bernameyên Festîvalên Fîlman ên Cannesê û Torontoyê hate nîşandan.

Matthias û Maxime, hevalên nêzîkî hev in û pêkve mezin bûne. Rojek her du heval di eynî fîlmê de dilîzin û ji bo fîlmê divê hevramûsîn û li dû vê, wan xwe ji nû ve kişf dikin.

Fîlmê “Matthias et Maxime” yê derhênerê navdar Xavier Dolanî, di beşa pêşbirka Festîvala Fîlman a Palmiyeya Zêrîn de hat nîşandan. Derhêner Xavier Dolan, bi fîlmên xwe yên; “J’ai Tué Ma Mère” (2009), “Laurence Anyways” (2012) û “Mommy” (2014) ve tê naskirin.

Bihuşta pisîkan a bi navê “Heaviside” nîşana vejînê ye û dê pisîkek ji Jelliclesê biçe li vê derê. Lê qralê ku biryara vê bide, rojek ji aliyê pisîkek ve tê revandin. Ji bo rizgarkirina qralê hemû pisîkan dê bibin yek.

Fîlmê anîmasyon “Cats” ji helbesta bi navê “Pisîkên Jêhatî” yê T.S. Eliot, piştî lîstika şanoyê, bo sînemayê hatiye kişandin. Di fîlmê de; Jennifer Hudson, Judi Dench, Taylor Swift û Jason Derulo jî cih digirin.  Derhênerê fîlmê “Cats” Tom Hopper e û derhêner bi fîlmê xwe yê bi navê “The King’s Speech” (2010) re xelata Oscarê girtibû.

Fîlmên vê hefteyê:

“La Gomera” / Derhener û Senaryo: Corneliu Porumboiu

“Matthias et Maxime” / Derhêner û Senaryo: Xavier Dolan

“Cats” / Derhêner: Tom Hooper û Senaryo: Lee Hall, Tom Hooper, Andrew Lloyd Webber

“Spies in Disguise” / Derhêner: Nick Bruno, Troy Quane û Senaryo: Brad Copeland, Lloyd Taylor

“Knives Out” / Derhêner û Senaryo: Rian Johnson

“Bîz Boyleyîz” / Derhêner û Senaryo: Caner Ozyûrtlû

“Sifir Bîr” / Derhêner û Senaryo: Kadrî Beran Taşkin

“Underwater” / Derhêner: William Eubank û Senaryo: Brian Duffield, Adam Cozad

“Gamonya: Hayaller Ülkesi” / Tuğçe Soysop û Senaryo: Murat Kepez, Cihan Deniz, Pelin Serin, Uğur Güvercin, Onur Ümit, Nagihan Cemcir, Dinar Kahveci

“Rem” / Derhêner û Senaryo: Berk Aygul

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d