“La Verite” û fîlmên din
Di 17’ê meha Rêbendanê de, li salonên sînemayan du ji van anîmasyon, bi giştî 8 fîlm ketin vîzyonê. Di nava fîlmên hefteya nû de li vîzyonê fîlmên; “La Verite”, “Karakomik Filmler 2” û “J’ai Perdu Mon Corps” derdikevin pêş.
Lîstikvana Fransayê Fabienne rojek bîranînên xwe dinivîse û keça wê û mêra keça wê û neviya wê ku bi salan hev nedîtine, ji New Yorkê tên li Parîsê serdana wê. Bi hev dîtina jin û keça wê, dibe sedema rûbirûbûna têkilî û rabirdûyên wan.
Derhênerê navdar ê Japonyayê Hirokazu Koreeda bi fîlmên xwe yên wekî; “Dare Mo Shiranai” (2004), “Aruitemo Aruitemo” (2008) “Soshite Chichi Ni Naru” (2013) ve tê naskirin û bi fîlmê xwe yê bi navê “Manbiki Kazoku” (2018) re li Festîvala Fîlman a Cannesê xelata Palmiyeya Zêrîn standibû.
Fîlmê “Kara Komik Filmler”, du fîlmên navçe yên bi navê “Deli û Emanet” ve pêk tê. Fîlmê “Deli”, qala çîroka taksîvanekî û “Emamet” jî qala çîroka reqsvanekî dikin.
Berdewama fîlmê projeya “Karakomik Filmler”, ji aliyê lîstikvan û derhêner Cem Yilmaz ve hatiye nivîsandin û kişandin, vê hefteyê li sînemayan ket vîzyonê.
Destê xebatkarê kuryeyê Naoufel ji ber qezayekê tê jê kirin. Rojek destê Naoufelî ji bo peydekirina bedenê ji nexweşxanê dikeve rêwitîyeke dijwar û zor.
Fîlmê Anîmasyonê “J’ai Perdu Mon Corps” di beşa Hefteya Rexnegiran a Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata Mezina Juriyê girt û di beşa Anîmasyonê Herî Serketî de bo Oscarê bû berendam. Fîlm, ji bo mirovên gihaştî hatiye kişandin û bi muzîkên xwe ve balkêş e.
Fîlmên vê hefteyê:
“La Vérité” / Derhêner û Senaryo: Hirokazu Koreeda
“Karakomik Filmler 2” / Derhêner û Senaryo: Cem Yilmaz
“J’ai Perdu Mon Corps” / Derhêner: Jérémy Clapin û Senaryo: Jérémy Clapin, Guillaume Laurant
“Dolittle” / Derhêner: Stephen Gaghan û Senaryo: Stephen Gaghan, Dan Gregor, Doug Mand (Ji Pirtûkên Hugh Lofting’ê)
“Louis & Luca: Mission to the Moon” / Derhêner: Rasmus A. Sivertsen û Senaryo: Karsten Fullu
“A Shaun the Sheep Movie: Farmageddon” / Derhêner: Derhêner: Will Becher, Richard Phelan û Senaryo: Jon Brown, Mark Burton, Nick Park
“Turkler Geliyor: Adaletin Kilici” / Derhêner: Kamîl Aydin û Senaryo: Mehmet Bozdağ, Atilla Engin
“İstasyon” / Derhêner: Volkan Adiyaman, Kadîr Genç û Senaryo: Kadîr Genç, Volkan Adiyaman
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com