Lars Von Trier Çi Îtîraf Dike?

Nivîs: Aynûr Çîle

 ŞİKANDİNA PÊLAN ANKU ŞİKANDİNA CEMAETÊ

Dema ku Bess di rêya xerab de dimirê dîsa jî papaz (ola samîmî û dûrî menfeatên însanan ku wê jî jê zahf hez dikir) digihêje ber zikratên wê.

 Wê şeva ku piştî şîvê derketime meşê, min li parqa li ber mala me de rojnivîskeke biçûk dît. Çavê xwe li ser rojnivîsikê gerandim, bêguman ya keçikeke biçûk bû ev rojnivîska ku qala evîneke mezin dikir. Tesadûf bû dibêm qey, wî bayê hînik ku rihê min tesellî dikir, îtîrafine mezin jî li ber lingên min dixist. Ne destê min de bû, sûcê meraqa min bû herhal. Min ji serî heya dawî xwend.  Nizanim kî bû, çi bû, ji kîjan bajarî bû.. Lê min tê de rastîyeke mezin îdrak dikirt û bala min gellekî dikişande xwe. Wiha dinivîsî di destpêka rojnivîskê de.

DESTPÊK

Min di jîyana xwe de her tim micadele kir. Hemberî dinê, hemberî însanan, basîtîyê, eynîbûnê, qederê, hînbûnî û tewsîyeyan.. Hemberî hemû rastîyên ku ne min keşf, tecribe dikir û ne bi rizaya xwe qebûl dikir. Jiyana min tim bi micadeleyê re derbas bû. Hemberî cemaetê û tim ji dinêya bêbawerîyê re bi şer.. Bi rastî min ne bi însanan re şer dikir, min bi xwe re şer dikir. Çimkî ti car cemaet min nedixiste nav xwe û min çi dikir çi nedikir dîsa jî ji hêla wan nedihatim qebûl kirin. [Di vir de diwazim qala çend tiştinen din bikim; hêj min çend bersîvên ev pirsên ku di hişê min de ne, nedane. Min hem dixwest bikevime nav cemaetê hem jî dixestim ku jê dûr bibim. Min car caran dixistine nav xwe lê ti car ji wan ne qayîl bûm, dema ku min ji nav xwe derdixistin ez bi wê kesera ku min derkirine zewqeke miazzam distandim.. Belkî royek bê ez dê bi hûrgilî ez ê bersîva van pirsên xwe bidim. Niha nizanim. Ji xwe însan her tiştî nedikare binizanibe û belkî jî ev ne di destê min de ye.] Ne ez ji wan bûm ne jî wan ez fahm dikirim. Bela ku ez ne diketim nav cemaetê min ji xwe jî nefret dikir lê ti car min ev nefret îtîrafî xwe nedikir. Dibû külek û qehreke mezin û berê xwe dida însanan.

Xwedayê min! Gunehê min çi bû, ku te min bihîstir û bi bawertir şiyande vê dine? Bêtir hîs; hiskî bila bextewarî be hiskî bila jan be, bêtîr jîyan, bêtir xwestin, bêtir xwendin, bêtir hiskirin, bêtir xeyal û hers. Ferqa min a ku ez tim ji cemaetê vediqedandim ev bû. Çiqas înkar bikim jî min tim xwest ku hemî hestan bêtir bijîm. Meqsedeke mezin derdiket ji nişka ve û dihat xwe didanî ber lingê min û ku min bi vê evîneke tim berdewam bike dixwest. Evîneke ebedî. Bi vî awayî min pêl cemaetê dikirt. Ku ev cemaet bela ku ji wan bûm, biçûkbûnê nîşanî min dixist. Çendî wî min red dikir bêtir hêrs bi min digirt. Bêtir hêrs û bêtir micadele li hemberî wî û cemaetê.

Bi rastî redkirina min a wê îtîrafa ku ew ji min heznakê, redkirina ku hemû tiştên ku ez hemberî wan micadele dikim, bû. Dibê qey qebûlkirina wî jî qebûlkirina êdî ez jî bikevime nav cemaatê bû. Min ti car qebûl nekir ku ew ji min heznake û bersiva redkirinê dide evîna min. Çawa, qey çawa dê ji min heznekê? Dibê qey evîna ku min jê hez dikir, zincîra min a ku min bi dinê ve girêdida bû.

Hezkirina min, zîncîra ku navbera orgazm (crucifixion) û eşqê (transfiguration) de. Ew zîncîra ku navbera fizîk (hiş) û metafîzîkê (derehişî) de. Ew zîncîra navbera aqil (maddîyat) û dînbûnê (manewîyyat) de. Zîncîra ku min ji vê dema ku tê de bim bigihijênê dema bê bû. Ji min wê bû ku ev zîncîr bifilitê, ez hew dijîm û bes dikarim ti karî bikim û dîsa cemaet min red bike û nefreta min li ser wan bidomê. Yanî nefreta min a ku li ser min. Hêvîyên min tev pê ve bû sankî. Tenê ev bawerî ma bû di destên min de çimkî min zû de di şerê xâliq û mexluqatê de têk çûbûm. Min ti car nexwest ku destên xwe ji vê bawerîya tik û tene bişom. Ev bawerî bu ku min keseke taybet dihişt û ji cemaetê vediqetand.

Min dizanîbû ku ne ez tenê ji cemaetê dûr im. Berî min hezar salan ev micadeleya bi cemaetê re dest pê kirîye û hêj didome. Sin’et, dibêjin ne tenê hevîyên me ne, tesellîya me ye jî. Dema ku derd û kul dibin mîna pêlên mezin û me li erdê dixin, em li ser rihê xwe de dibînin wê deme. Şunda jî em van pêlan bo tesellîyeke dixin îtîraf û di hunera xwe de dişikênin. Min tecribe kir, ev îtîrafa ku  “micadeleya me ne bi cemaetê re ye, bi me re ye” herî xweş, Lars Van Trier di hunera xwe de nîşanî me dixe. Dîn, Xwedê, rih, beden, eşq, orgazm, cemaet, malbat hwd.. hemî rastî di fîlmê wî de dibin harmonîyek anku pêl û tên şikandin anku tên tarîf kirin. Belkî ne Lars Van Trier im lê tim min jî di hunera xwe de û jîyana xwe de van hemû rastîyan bi hevdû re îtîraf kir û jîyam. Çimkî tenê kesên taybet ji kesretê (dîmen) de Wahdetê (Demiourgos/Îdea ya herî baş) dibînin. Min li cihekî xwendibû, digot ku maneya “ethos” yanî “etîka (exlaq)” di zimanê Yunanî de ji maneya “hînbûn” ê tê. Ev tiştên ku em temaşe dikin, dixwênin, dihisin hîn xûyan têsîrî xulqên me dike. Helbet, helbet wilo ye, bêguman, exlaq, ethos, fîlm, guherandin felan bevan, elbet hemî tarîf rast in, elbet dibêjim rast in, dê ev fîlmên Trier heyata min biguherîne lê na, na heya ku ez hestên wan fîlman de nejîm hemû guherandin û micadelaya min derew bibûya elbet. Ne keseke hewqas xeyalperest im ku bo çend fîlman heyata xwe bijîm lê ev tiştekî cûda ye, belkî jî qedera kesên ne di cemaatê de ye. Belkî fîlmên Trier, jîyan û haqîqetê tip û tazî dadike sînemayê anku îtîraf dike. Loma min çi jîyabe wan bi heman şiklî di fîlmên Lars Von Treirî de temaşe kir. Her du fîlmên wî yek Breaking the Waves (transfiguration), a din jî Nyphomaniac (crucifixion) bû. Trîer, di fîlmê yekemîn de evîna saf a mîna evîna ku Xwedê dinê afirandîya dike û vê evînê bi Bess re dikuje di dawîyê de. Şunda jî qehra kuştina vê eşqa zelal bi filmê duyemîn Nyphomaniac ê de nîşanî me dixe û dîyarî sînemayê dike. Ev fîlm jî hemberî evînê û cemaetê çi hebê wê dixe mijara xwe. Ez ê niha di bin sîya van her du fîlman de qala û guherandina xwe anku şikandina pêlên xwe bikim. Di vê demê de du perde ne jîyana min.

Perdeya Yekemîn Anku Hevdîtina Yekemîn anku Breaking the Waves;

Dema ku dergistîyê Bessê nexweş e, Bess pê rih/evîna xwe wî tedavî dike û ji canê xwe feda dike, wî baş dike. 

Evîn, Eşq, Transfiguratîon, Derehişî, Dîn, Îbn Sîna, ezelîyyet û ebedîyyet û manewiyat. Perda xewnên min e, ev der. Çendî min hezkir, çendî hezkirineke saf û zelal, çendî evîneke wekî di çîrok û mîtan de. Nizanim, ez dibêm qey hezkirina min jî wekî min taybet û biqîmet û ji dûrî cemaetê bû. Min ji hezkirina xwe bawer dikir, hezkirina min xweş bû. Saf, zelal, bêmenfeat, tiştekî cuda, hîseke bêtarîf, miqaddes. Min digot ev eşqa min ya ku ji eşqa Xwedê para me ketibû ye. Ji xwe gor Ibn Sîna Xwedê dema ku ji Wahdetê xwe belav dike kesretê (emanation, sudûr) tenê sedemeke wî heye ev jî eşq e. Û dinê tim li ser vê eşqê li piyan dimîne. Mîna evîna Bessê, min digot ez ê xwe li ser evîna xwe bikujim. Min seccade danîn li ser çala kenên wî, şi’rên xwe yî herî xweş hingî nivîsîm. Çendî bixwazim evîna xwe yî miazzem tarîf bikim lê wekî berê nikarim bawerke, hem bo ev hestên min guherîne hîn qehrê hem jî ditirsim dîsa bikevime nav vê cehennemê. A baş hûn herin li Bessê temaşe bikin, evîna min herî baş di wir de xwe nîşan dide û di şi’rê min ên berê de. Ax! Ew bawerîya ku bi salan ez bi evîna wî xwe av didim û wekî pirpizêkekê vedibim. Sedema kêf û neşeya min bawerîya wê evîna ku dibêjim mîna Xwedê ebedî ye.

Ez, tenê ji te hez dikim

Ger tu bixeyîdî ger bikenî
Tenê li benda te dimênim
Hiskî ji min aciz be
Yan jî ti car hez neke ji min
Lê ez, tenê ji te hez dikim
Royek bê ku tu min bikujê
Dîsa jî ji te hez bikim ezê

Dergistîyê Bessê ji nişka ve nexweş diket û doxtoran digot qet filitandina wî tune ye. Bess bawer dikir ku dergistîya wê bela ku wê Xwedê acizkiriye nexweş ketîye. Loma diçû nav Kinîseyê tim. Efû dixwest ji Rebbê xwe, Rebbê wê dibêjim çimkî Rebbê Bess ji Rebbê cemaetê cuda bû.

Dema ku Bess evîna Xwedê û dergistîyê xwe dixist yek eşqê û nizanê ji kê efûyê dixwazê. 

Bawer dikir ku bi eşqa xwe dikare dergistîyê xwe baş bike. Gor dergistîyê Bessê jî eşq tenê bi orgazmê re dijî û tenê ev eşqa wilo dê wî li dinê bihêle. Bess, hewqas sadiqî eşqa xwe ya manewî bû. Mêrê Bessê bi gotinên ku jina wî zilamên din re radikeve baş dibû. Loma Bessê jî dikete riyên xerab û tim mêrê xwe bi van çîrokan li piyan dihişt. Bi rastî ev metod bi kêr jî dihat. Lê ev zerar dida bedena Bessê, dilê wê dixela, însanên nebaş re radiket, cemaet wê afaroz dikir, malbata wê derdikir, zarokên li qandiriman kevir tavêtinê. Lê ev jî tenê pêl bûn û li ber eşqa Bessê de dişikestin. Ji xwe çi li ber eşqê naşikê ku?

Ji însanan weye ku kesên âşiq dîn û mecnûn in, lê yên dîn ew in ku di nav bêbawerîyê de mîna heywanan dijîn.

 Dema ku dizanibûm ew nexweş e, û tek çareya wî ku vergere enerjîya xwe ya bere, hez û eşq e. Min xwest ku ji xwe bidime wî. Min vê bawerîya ku di dilê min de ye û min li piyan dihêle jî fedayî wî kir. Çimkî ez dizanibûm eger ku ew jî ji min hezneke. Bawerîya min dê wek pêlan bişikê. (Şikest û ez di bin hemû pêlên dinê da mam. Bextewarî û zaroktîya min wunda bû.)

Ez vê tedawîyê baş dizanim, çimkî dema ku ez jî nexweş û di ber mirinê de bûm bi hezkirinê û bi tatmînkirina a ku ez biqîmetim ve rehet bûm. Min xwest ji wê kellecanî û eşqa xwe yî ku min heya vî emrî nedaye ti kesî bidime wî. Lê ez ji kur dizanîbûm ku li ber wî lal û bêdeng bimênim. Çendî li min zor bû. Bela ku bê tecribe me, dehşet bû. Hewqas der û dorên min û mantiqa min û hemû pirsgirekên din jî wekî pêlan li ber dilê min diketin jî min dîsa xwe û rihê xwe fedayî wî dikir. Min digot hema bila baş be ji min re bes e. Xemsarîya wî min aciz dikir dîsa jî çavên min kor bûn. Ax! Dema ku wî gazî min dikir, lingê min dibeziyan, dibê qey hişê min ji mêjîyê min veqetabû. Min ji wê qeweta ku lingê min li pey wî min dibezandine serê dinyayê, bawer dikir. Min ji kenên wî yî şêrîn bawer dikir. Min ji wî bawer dikir.

Perdeya min a yekemîn de ku min wî dît heya dikaribûm min pêlen xwe dişikandin û nezî wî dibûm. Dizanibûm dema ku ew evîna li çavê min de dîtibûya dê rehet bûya. Min xwe, bawerîyên xwe, pêlen xwe şikandin, çendî li min dijwar bû ku min enerjîya xwe sarf dikir. Evîna xwe nîşanî wî bidim. Min eşqa xwe ya ku di dilê min de, ti cihê wê di erd û ezman de tune bû, bi destê xwe dagirt û dixist nav milên wî. Lê pey de piştî ku dihatim ma’beda xwe wî digot ku na, na ez rehet nebûme, tu ji min re baş nehatî. Çendî min kerbeke miezzem dikişand û ev keser dibûn hêstirk û ji çavên min dibarîn, nizanim gava ku diya min bimire belkî hingî hewqas ji dil bigirîm. Ji min wê bû ku ez birastî ne samîmî me û min quretî kirîye ku wî baş nekirime. Lê na, min hîn însan dîtibûn ku hez jî wan baş nake. Çawa, dibem ez bi evîna xwe wî rehet nekirim. Çawa? Min sûceke wiha mezin dikir. Ez jî wekî Bessê diçûm Mabeda xwe û min ji Xwedê efû dixwest. Bêtir micadele dikir, bêtir pey diçûm, bêtir micadele ku eşqa xwe nîşanî wî bidim. Belkî jî ev tev xeyal in ku di eqlê min de peyda dibin. Lê na, dizanim ku însan çi hîs bike ew rast e. Wekî Bessê dibe qey di navbera min û wî de tayek heye ku dema ez dev ji evîna xwe berdim dê ewê bêtir têk biçe. Tim av didam û şîn dihiştim. Belkî ji rihê min diçû belkî dê ev min bikuştabûya lê dîsa jî şîn dihiştim vê manewiyatê. Min ev eşqa miezzem ji kesekî ku ji min heznekire hîs dikir lê dîsa jî ew vê eşqa min heq kiribûya belkî ez dîsa nemiribûma. Ez jî mîna zarokeke saf û evîndar wekî Bessê dimirim û min delalê dilê xwe rehet dikir. Ji xwe ez bes dikaribûm bi vê eşqê bijîm.

Bess dema ku bi sebeba vê eşqê dimir, bi rastî ne xwe dikuşt. Dixwest ku eşqa xwe bikuje û ne bo xiyanetê wiha dikir ti car. Eşqa Bess ji bedena wê nederdiket û nediqetîya. Loma tenê çareya Bess ku xwe jî bikuje û bifilitê ji vî barê giran. Fîlmê yekemîn diqediya.. Beden û Bess dimirî lê eşqa Bessê û ev eşq ti car nedimir, hildibû li ser asîmanê, hildibû û dibû îlac û li ser bedena dergistîyê wê tedawîyek, hildibû û cihê xwe yî ebedî digirt li cem Xwedê.

Dema ku Bedena Bessê dimirê, cemaet wê nahewênê lê eşqa wê li cem Xwedê diçe ebedîyetê û Xwedê bi çanên asîmanê azîzebûna Bessê îlan dike. Aşiq dimirin lê Eşq namire. 

Perdeya Duyemîn anku Hevdîtina Duyemîn anku Nymphomaniac;

Dema ku Joe fahm dike ku evîn dereweke pirr mezin e û însan dikare bi keseke mecnûn re hemî sextekarîyan bike. Xapandina hestan ji xapandina bedenê dijwartir e. 

Orgazm, maddiyat, crucifixion, hiş, bêbawerî…

Min bo wî û rehetîya wî dev ji wî berda. Dema ku ew rehet bû û min hîskir ku ji min re ne samîmî ye, dinêya min xirabû. Min ji eşqê û ji wan sextekarîyên ku pey de dihatin nefret kir. Min dê vê eşqa ku dibû sedema mirina min di dilê xwe de kuştibûya. Eşqa ku min dixist paçikeke li erdê perçiqî. Bela ku min eşqê wiha teqdîs dikir, min ê heyfa xwe ji xwe standibane. Minê hîn parçeyên ku di dilê min de mabûn jî kuştibûya. Ax! Ger bikujim ger bikujim wê evîna ku ro bi ro min dihelêne û jîyanê li ber çavên min dişorifêne. Nikarîbûm dîsa bikevime nav bîra melankolîye, min sond xwaribû çimkî. A baş min got ez dê întiqama xwe ji eşqê û ji xwe bistênim û tenê çare bi orgazmê be eger bi minasebeteke cinsî bikujim. Her çiqas ev bo min ezîyeteke mezin jî be.

dema ku Bess li ser evînê dimire xelqên ku eşqa wê fahm nedikirin, şunda jî bo mirinê wê dikirin azîzeyek. Ev dilê min dixeland. Cemaeta ku min jî wekî azîzeyeke dibîne dilê min dixeland. -ev pirsa ku azîzetîya min bo cemaetêyê yan jî ji dile min tê?-  Heya ku dilê min misade kir, bedena min hilda min got, ez dê bikevime nav vê minasebetê. Her sanîye bo min zewq bû, her sanîye.. Min her sanîye de hem eşqa xwe dikuşt hem jî azîzetîya ku cemaetê tasdîqî min dikir, dikuşt. Her sanîye de dîsa ji cemaetê dûr diketim. Ev hîsa ku ez keseke taybet im û ne wekî kesekî me çi zewqeke mezin dida min. Çilo Bess bo ji vê eşqê bifilite bedena xwe dikuşt, min jî bi vî awayî rihê xwe, manewiyeta di dilê xwe de dikuşt. Bes dikaribûm bi vê eşqê bijîm çimkî, ro bi ro ditefiyam. Lê na, na nikaribûm zêde biçim, nikaribûm û sekinîm ji nişka ve. Çimkî ji dilê min nedihat tiştekî wilo, ew hîsa ku di dilê min de nizanim çi ye ev hîs, min disekinand. Nikaribûm û min nebir serî. Lê ne xemgînim, min bi kêfeke mezin dev jê berda. Çimkî azîzebûna min ne jî navdana cemaetê tê, ji min tê, ji dil. Min dîsa îspat kir ku ez ne ji cemaetê me. Nizanim çima min hewqas bi cemaetê re, bi mirina xwe şer dikir lê nizanibim jî ev jîyana min bû û metoda min a ku ez pê dijîya bûm. Ev şerê bê ma’ne, min li cîhanê dihişt. Mîna Joe, dema ku bersiva eşqa wê xayîntî derket wê jî xwe feda kir ku bi cemaetê û bi eşqê re şer bike.

Wextê ku tê bîra min ti car min bi ti kesekî re bişexsî nefret û kîn di dilê xwe de negirtibûm. Lê ji ber eşqa min a mezin min heq ji xwe re didît ku jê nefret bikim. Wî jî wekî cemaetê min red kir, bela ku min wekî însanên li nava vê cemaetê de didît. Min niha jê nefret dikir êdî, çimkî li ser sûcê ku wî firset da min, wekî hemû însanên din ên basît, ez dê bi wan tiştên ku di destên min de bimênin qayîl bibim. Min kir wekî her kesî. Pêşî kete nav Ma’beda min, piştre mabeda min şewitand û min bê xwedî û bê sitûn hişt. Min bi hemû hûcrên xwe, laşê xwe, hestên xwe jê nefret kir. Herî zêde jî dema ku digot tê piştî min ger tu ji min re dia bike. Bela ku evîndarekî te çêbibe û tê bi tecrûbe be. Yanî ez bê tecribe yanî ez nezan yanî ez reben û sewiyeya min di bin wî de. Dilê min jê xelîya. Yanî dê min ferî jîyanê kiribane, ji cemaetê kesek min dê fêrî jîyanê bike. Dilê min jê xelîya. Ji ber ku ez bi çi zoritîyê bo wî bibînim ji mal derketibûm û min hewqasî jê hez dikir. Wî çi peyvên dehşet j imin re digotin. Ken^n xwe bi min dikir. Dilê min herî ji min dixelîya ku min ev evîna miqedes dabû kesekî ji nav cemaetê. Çi gunehê min hebû ku wî di dinê de ji çi acizbim, wekî nasîheteke digote min. Dîn dibûm. Joe jî dîn dibû û hemî manewiyeta xwe bi maddîyatê dikuşt. Min digot ez dê çilo sinîra xwe jê derenim. Heya vi emrê xwe min ti car ji kesekî şikayet nekiribû û heyfê wek besîtiya cemaetê didît. Çimkî însanên basît sûcê ji xeynî xwe însanên din de dibînin. Û ez zêde zêde baqilbûm ji cemaetê.

Hedefa min a ku min li dinê dihêle û tiştên ku jê zewqê distînim û bo zewqa min xeranebe, ez her tim bi cemaetê re micadele dikim. Ev hîskirina min a ku ez dinê de tenê me û keseke teybetim.. Wî resmen henekê xwe li min dikir, wekî ku bêje min tê jî besît kir. Çimkî ez ev im. Ez jî wisa xwe teybet hîs dikim. Ji min re gotibûya eger em ne li gor hevdû ne, qet zora min nediçû lê wî bi aqilê min dilîst. Wî min ji wê zewqa îtîrafa ku ez ne wekî wî me kêm dihişt. Berbat, min dixist nav wê

melankolîya ku piştî çend salan jê derketime. Berbat, nedigot ez û te ne eynî ne û tu ji min cuda yî. Bang dikir, digot ez li te qayîl nabim. Wê firseta ku ez ji cemaetê der bibim ne dida min û j imin re digot tu bixwazê jî tu nikarî bikeve nav cemaetê!  Hal û hereketên wî gotinên wî dişiba yekî ku ji min re bêje: “ji te we ye ku tu taybetî lê na, min te jî wekî hemû jinan ceriband lê na tu jî ne ew kesa taybetî, ne layiqî min î.”  Halbukî ez ti car bi nîyeteke xerab neçûbûme wî. Bi salan, sanîyekê jî dilopek xerabî neketibû nav evîna min a hemberî wî saf û zelal. Min ti car xerabîyeke wiha berbat lê nedikir. Dikaribûm heya bijîm bi sedeqeta evîna xwe re wî di dilê xwe de bihewînim. Min bi rastî jî jê hezkiribû.. Min digot ku ew cuda ye ji hemû însanan. Min wilo hîskiribû ji nêrîna wî. Dibihisim îtîrazên we û wî ku dibêjin sûcê te ye, sûcê te ye. Eger ku te di hişê xwe de ev mezin kiribe, sûcê wî çi ye? Ne wilo ah! Hûn kesên ji cemaeta ku ji bo we hemû tişt ziman û gotin e. Lê qey însan nikarê binêrînekê mecnûna li pey xwe bavêjê nav agiran. Nêrînek, tevgerek, hîsek ya hêrî muhîm jî neşitexalî ya ku dikeve pêdela gotinên hezar erêyî… Lê rast e, hûn jî mafdar in, min ti car ji we fahm nekir lê niha we bi destê xwe ji min canewarek afirand. Êdî ez jî dizanim sîleha we û ez dê wilo rihê we bixwênim. Êdî xwe fedayî şerê bi cemaetê dikim. Ez dê îspat bikim ku ne ji rebenîya xwe bi rizaya xwe ne ji we me. Ev metodeke min e ku ji piçûkayî ve jê hez dikim e. Çendî cemaet ji min re bibêje tu di vê mijarê de nebaş î û min der bike, ez diçim xwe di wir de sed qetên wan baş dikim û dibêm ha ha ha we dît, de bixûn ez sed qetî ji we baştir im her mijarî de û hûn ne bi riza xwe van karan dikin lê ez, ez.. Karên ku hûn xwe li ser de dikujin bi riza xwe dev ji vî karî diqerim. Çi întiqam, çi zewqeke miezzem! Li min jî ecêb tê birastî, lê vê neqlê wî min ji vê zewqê mahrûm hişt û ez îtîraf dikim û ez wek teselîyekê bifilitim ji vê êşê.

Îtîraf anku Girtina Perdeyê anku Girtina Dilê Min;

Dema ku Bess êdî nikare vê evînê hilde û bo evînê ji cemaetê dûrdikeve û şûnda jî dimire, bi riya xwe dikeve, tik û tenê..

Îtîrafa min a mezin e ev. Dinivîsim niha di nav vê rojnivîskê de.

Dawîya dawî de min çi kir çi nekir dîsa jî micadeleya min bêfêde ma. Ji xwe wekî evîna min ez di hemû tiştên ku hemberî wan jî bim de xaîb kirim. Ez li hemberî çi bû bim di dawîya dawî de ez jî guherîme wê. Ez jî bûm wekî her kesî û min dev jê berda lê tiştekî eger ku ez pê dizanim hebê ew jî belkî ne bi gihiştina meqseda xwe, bi negihiştina meqseda xwe ez dîsa ji cemaatê dûr bûm. Min fahm kir ku û heya bibêjim bes e ez evînê jîyam. Evîn ev e ku yek tim ji xwe bide. Dema ku min dev ji wî berda ne ku ji dana rihê xwe aciz bûbûm. Ne ku ji xurûr murûr, wan gotinên ku her kes dibêje ye. “Ew ne laîqî te ye, yekî ku qîmeta te dizane re bibe evîndar”  Dîsa jî ji bo wî jê vediqetîyam. Ez van amelên ku dibêjin bi navê evînê hemû tişt mibah e, dikim. Min fahm kir ku bixwestina min e, bextewarîya ku didime wî, li min vedigere dîsa. Piştî ku ez ne arezuya wî bim û ew ti keyfê nastîne û naxwazê ji rihê xwe bidê min. Hedefeke wisa ku wî bextewar bike li cem wî tune be qey ti heqê min heye ku ez wî aciz bikim.?

Îtîrafa min a duyemîn jî ev e:

Çi bibêjim, bifikirim, bi kar bînim jî ji dûrî hemû rastîyan tişteki din heye. Çiqas van fîlman hîs bikim jî ez ne Bess im ne Lars Von Trier ne jî Joe me. Ya herî girîng ez ne mîna Xwedê me ku tim ji eşqa xwe bidim. Û ne Xwedê me ku tim bêteraf jî be bi eşqê ava bikim bînayên evînê. Ez ev kesim ku bê siûd im. Ji zaroktîya xwe ve hemû tiştên xerab ku tên serê min re di dilê xwe de micadelê dikim. Ti car naxeyidi ji ti kesî, sûc û gunehan davêjim ser xwe dîsa. Ji malê derdikevim û bê tirs di ziqaqan de dimeşim di destê min de cixareyek û mûzîka min û şi’rên min. Çend dilob hêstirk ji çavên min, çend negotin jî di dilê min de. Piştî têm odeya xwe sê çar rojan bê deng radikevim, difikirim bi royan. Ti car kîn û întiqam di dilê min de derbas nabe. Tebîeta min wiha ye. Belkî jî dişibime diya xwe. Loma nikarim wekî Joe yê erebeyên însanan bişewitênim û hizûra wan birevênim. Ji xwe dizanim ku her kes di cehnema dilê xwe de dibehece û ji xwe micadeleya herî mezin bi wan ra dikim niha. Xwe qet neguherênime wê însanetiya ku ji min dixwazin. Wekî wan nabime canewareke modern, çimkî ez ji wan cuda me û tim di safitîya xwe de dimênim. Di dawî de jî dema ku mêjîyê min û bedena min dibêje êdî bes e, dîsa bextewarîya min digihêje min û di wê riya xwe ya gerandina haqîqetê de didomînim. Hevoka ku Azîz Augustinusî ji Xwedê re hîsên min tarîf dike, dubare dikim tim: Di dilê însan de hin tiştin hene ku jê pêştir kesek pê nizane lê tiştekî din î cuda heye ku rihên însan bi xwe jî wê nizane. Çendî evînê analîz bikim wiha bi hevok û şi’ran jî dibêm belkî evîna min jî ev tişt bû ku ez dê ti car pê nizanibim. Çi ye, ji kûr hatîye xwe di dilê min xistîye yan jî ji serî heya vega di dilê min de ye? Ger meriv razî be li vê nezanîyê. Wekî din dehşet e ku ez bi hemî hîsan bizanibim. Ji xwe çendî zane bim jî dîsa pişta xwe didime wê nezanîbûna nav dilê xwe de. Belkî jî dibêm ew eşqa ku Ibn Sîna dibêje di serî ve ne ji bo mexlûqat e, tenê bo vê nezanîya di nav dilê me de ye. Gerr Îsayê dilê min nekevê nav çarmixê (crucifixion), bilind bibe û hilbibe asîmanê (transfiguration). Ez bo çi hêj vê rastîyê naceribênim. Bila meqsedeke min bimêne ku ez di vê rêya ku tenê meşa wê xweş e de, bibezim û ger meqsedeke bi şikileke din bibînim ku min ji cemaetê veqetîne. Wekî din mirin kêm dimîne.

Dema ku min bi kelecanîyeke mezin xwendina vê rojnivîske diqedand tenê pirsek di hişê min de ma. Gelo hêj ev keçika biçûk sax e, ferî ilma kuştina eşqê bû ye yan jî hêj ev hezkirin jî pê re dijî? Bi van pirsan min mesa xwe ya li parqê qedand û çûme mala xwe. Nizanim niha deynime ku derê vê rojnivîskê. A baş bila li ber serê min û di bin balgîyê  min de bimîne.

*Ev nivîs cara yekem di Hejmara Pêncemîn a e-Kovara Sînemaya Serbixwe de hate weşandin. Meha Tîrmehê (2021).

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir