Lasse Hallström dest bi kêşana fîlmê “Hilma”yê dike

Fîlmê “Hilma” dê ji aliyê derhênerê navdar ê Swêdî Lasse Hallström ve bê nivîsandin û kişandin. Hate ragihandin ku di fîlmê de lîstikvanên Jazzy de Lisser û Tom Wlaschiha bûne serlîstikvan ku her du lîstikvan jî di rêzefîlmê nejibîr “Game of Thrones” de lîstin.

Fîlmê nû yê bi navê “Hilma” ji aliyê derhênerê navdar û berendamê Oscarê Lasse Hallström ve hate kişandin û ew ê bi xwe bikişîne. Fîlm wê qala çîroka jiyana hunermend û femînîsta Swêdî Hilma af Klintê bike û weke fîlmekî xwejînenîgariyî hatiye amadekirin. Wênesaz Hilma af Klintê di jiyana xwe ya hunerê de ji zêdetirî nîgar û gelale (eskîz) afirandine.

Di fîlmê “Hilma” de lîstikvanên Jazzy de Lisser, Tom Wlaschiha, Lily Cole, Lena Olin, Tora Hallström, Rebecca Calder, Maeve Dermody, Catherine Chalk, Anna Björ, Adam Lundgren, Martin Wallström û Jens Hultén cih digirin. Hate ragihandin ku fîlmê “Hilma” dê di mehên payîza vê salê de li sînemayan bikeve vîzyonê û herwiha dê li platforma dîjîtal a Skandinavyayê ya Viaplayê jî bê weşandin.

Derhêner Lasse Hallström li sînemayê bi gelek fîlmên xwe yên wekî;  What’s Eating Gilbert Grape, Chocolat, The Cider House Rules û My Life as a Dog, What’s Eating Gilbert Grape, , Hachi: A Dog’s Tale ve tê naskirin.

Çavkanî: Variety 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: