Lêanîna sêyemîn a “Agatha Christie”yê tê

Ji bo lêanîna sêyemîn a “Agatha Christie”yê dest bi amadehîyan kirine ku fîlmê “A Haunting in Venice” dê ji aliyê derhêner Kenneth Branagh ve bê kişandin û wî weke serlîstikvan bilîze.

Fîlmê “A Haunting in Venice” wê bibe lêanîna sêyem a ‘Agatha Christie’yê û Kenneth Branagh him derhêner him jî weke serlîstikvan dê di fîlmê de cih bigire. Derhêner û lîstikvan Kenneth Branagh di lêanînên din ên ‘Agatha Christie’ yên “Murder on the Orient Express” û”Death on the Nile” de jî bi rola dedektîv Hercule Poirot re lîstibû.

Hate ragihandin ku lîstikvanên wekî Jamie Dornan, Tina Fey, Michelle Yeoh, Kelly Reilly, Emma Laird, Kyle Allen, Camille Cottin û Riccardo Scamarico jî wê di fîlmê “A Haunting in Venice” de cih bigirin. Lêanîna sêyemîn ji aliyê Michael Green ve hate nivîsîn û li ser çîroka dedektîvekî û bûyere kuştineke disekine û li Venedîkê derbas dibe.

Di meha Mijdarê de dê dest bi kêşana fîlmê bikin û tê texmîn kirin ku wê di nava sala 2023yê de bikeve vîzyonê.

Çavkanî: Cinemacomrapadura

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: