“Les Misérables” û fîlmên din
Di dawiya meha Rêbendanê de li salonên sînemayan yek ji van belgefîlm, bi giştî 6 fîlm ketin vîzyonê û fîlmên “Les Misérables”, “Jojo Rabbit” û “Honeyland” derdikevin pêş.
Stéphane weke memûrekî polêsê, berbajara (banliyo) Parîsê ku têde komên cuda yên nîjadî dijîn, nû hatiye pîşandin. Digel du polêsên bi navê Chris û Gwadayê weke ekîp li berbajarê digerin û Stéphane rojek di navbera rageşiyek de dimîne. Yek ji ciwanên taxê mirovek kuştiye û tunda polêsan ku li wî hatiye kirin ketiye kamerayê.
Fîlmê “Les Misérables” ji aliyê Ladj Ly ve hate nivîsandin û kişandin û qala jiyanên komên cuda yên nîjadî yên ku li Frensayê dijîn, dike. “Les Misérables” kurtefîlmê yê derhêner Ladj Lyê îlhama xwe girtiye û sala par li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Taybet a Juriyê girt.
Çîroka mijara fîlmê “Jojo Rabbit” di siya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de diqewime û ji çavê zarokekî bi bavê Jojoyê, qala wê çaxê dike. Jojo rojek bi cihûyeka bi navê Elsa re rastî hev tên û jiyana wî diguhere. Fîlm, bandorên şerê ku li ser zarokan nîşan dide û li ser mijarên derûnnasî, pêşdarazî û jê pirsîn disekine.
“Jojo Rabbit” li Xelatên Akademiyê de di 6 beşan de bû bernedamê Oscarê û di bernameya gelek festîvalên fîlman de hate nîşandan û xelat wergirtin.
Hatîce bi hev dayika xwe ya nesax re li gundekî Makedonyaya Bakûrê dijîn û debara xwe pê mêşvanî û ajaldarî dike.
Çîroka belgefîlmê “Honeyland” li herêma Balkanan, Makedonyaya Bakûrê derbas dibe û belgefîlm, di beşên Fîlmê Herî Serketî (Navneteweyî) û Belgefîlmê Herî Serketî de bo Xelatên Akademiyê (Oscar) bû berendam.
Fîlmên vê hefteyê:
“Les Misérables” / Derhêner û Senaryo: Ladj Ly
“Jojo Rabbit” /
“Honeyland” (Belgefîlm) / Derhêner: Tamara Kotevska, Ljubomir Stefanov
“Aşk Tesadüfleri Sever 2” / Omer Farûk Sorak, Îpek Sorak û Senaryo: Nûran Evren Şît Erdîk
“Damascena” / Derhêner: Alexander Smolyanov, Todor Anastasov û Senaryo: Maria Laleva, Stoyan Stoyanov, Alexander Smolyanov
“Eltîlerîn Savaşi” / Derhêner: Onur Bîlgetay û Senaryo: Gûpse Ozay
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com