Li 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn fîlmên pêşbazîyê hate eşkerekirin

Li 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn fîlmên pêşbazîyê hate eşkerekirin û kurtefîlmê “Ah, Asûman!” yê Umît Kivanç’ê ku ji çîroka siyasetmedar û nivîskarê Kurd Selahattîn Demîrtaşî, ji aliyê Gaye Boralîoglu ve bo sînemayê lê hatiye anîn, dê di Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî ya Festîvalê de bê nîşandayîn.

Di kurtefîlmê “Ah, Asûman!” de lîstikvanên wekî Settar Tanrıover û Halîl Babur jî cih digirin.

Di 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn de îsal fîlmên pêşbazîyê diyar bûn û di bernameya festîvalê de dê di beşên Kurtefîlm, Metraj Dirêj û Belgefîlman de gelek fîlman bêne nîşandayîn.

Di bernameya Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî ya 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn de wê 15 kurtefîlm bêne nîşandayîn û dê bikevin pêşbazîyê. Îsal juriya Pêşbaziya Kurtefîlman a Festîvalê ji Nazlî Elîf Durlû, Senem Erdine û Nehîr Tuneyê pêk tê.

Berendamên Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî ya 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn: “Taş” / Alîcan Yucesoy. “Siyah Güneş” / Arda Çîltepe. “Ablam” / Burcu Aykar. “Ben Degilim” / Cenkay Kılıç. “Yabanci” / Damla Kırkalî. “Ogle Arasi” / Demet Derelîoglu Aran. “Mavi Arabam” / Denîz Dîrîn. “Günlerin Ardından” / Ferit Karol. “Lupus” / Gokhan Îpekkan. “Yagmur Olup Şehre Donmek Îstîyorum” / Kasim Ordek. “Bûgun Olmek Îstemiyorum” / Onur Sefer. “Aylîn” / Ozan Yolerî. “Duyuyor Musun Anne” / Tuna Kaptan. , Ümit Kıvanç’ın “Ah, Asuman!” û “Orada” / Zeynep Koprulu.

Di bernameya Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî ya 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn de ji navbera 73 belgefîlman 10 belgefîlm dê bikevin pêşbazîyê û îsal Taylan Mîntaş, Kurtuluş Ozgen û Zeynep Merve Uygun di Pêşbaziya Belgefîlman de bûne endamên jûriyê.

Berendamên Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî ya 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn: “Atık Sözlüğü: Tanımların ve İmajların Geri Dönüşümü” / Alper Şen. “Bir Ruya Gordum, Anlatsam da Anlamazsiniz” / Bûrcû Esenç û Cantekîn Cantez. “Mavî Otel” / Hasan Basrî Ozdemîr û Emre Karadaş. “Patron” / Hasan Başoğlu. “Amîna” / Kivilcim Akay. “Dîşçînîn Korkusu” / Murat Erun.“Tanrı Göçmen Çocûkları Sever mî Anne?” / Rena Lusin Bitmez. “Aether” / Rûken Tekeş. “Kadinlar Ulkesi” / Şirin Bahar Demirel. û “Asfaltin Altinda Dereler Var!” / Yasin Semiz.

Di bernameya Pêşbaziya Metraj Dirêj a Neteweyî ya 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn de wê 10 fîlmên dirêj bêne nîşandayîn û îsal Serokê juriyê derhêner Zekî Demîr Kubuz e û endamên juriyê weke Emre Erkmen, Latîfe Tekîn, Mert Firat û Şebnem Bozoklû hate eşkerekirin.

Berendamên Pêşbaziya Metraj Dirêj a Neteweyî ya 56’emîn Festîvala Fîlman a Antalyayê Porteqala Zêrîn:

“Aşk, Büyü, vs.” / Umît Unal. “Bîlmemek” / Leyla Yilmaz. “Bina” / Orçûn Behram. “Bozkır” / Alî Ozel. “Cevîz Agaci”/ Faysal Soysal. “Kronolojî / Alî Aydin. “Kuçuk Şeyler” / Kivanç Sezer. “Omar Ve Biz” / Maryna Er Gorbach, Mehmet Bahadir Er. “Soluk” / Ozkan Yilmaz. “Topal Şukran’ın Maceralari” / Onur Ünlü.

Di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn de, Forûma Fîlman a Antalyayê her sal fona piştgirî dide bo fîlmên ku di dema çêkirinê de ne. Îsal di bernameya Kurmaca Work in Progress de endamên jurîyê Marie Pierre Duhamel, Ivo Felt û Tunç Şahin in û 7 fîlm bo Xelata Kurmaca Work in Progress’ê dê bikevin pêşbazîyê.

Fînalîstên Kurmaca Work in Progress: “Beriya Şevê (Geceden Önce)” Alî Kemal Çınar. “Cemil Show” / Barış Sarhan.  “Beni Sevenler Listesi” Emre Erdoğdu. “Okul Tıraşı” / Ferit Karahan. “Çatlak” / Fikret Reyhan. “Bir Nefes Daha” / Nisan Dağ. û “İki Şafak Arasında” / Selman Nacar.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d