Li Amadê ji bo bîranîna Gomidas Vartabed konser
Li Amadê ji ber rojbûn û ji bo bîranîna etnolog, muzîkvan û bestekarê Ermenî Gomidas Vartabed li Karwanseraya Amedê konsereke hate li darxistin û konser eleqeyeke mezin dîtin.
Ji ber rojbûna sala 150’ê û ji bo bîranîna etnolog, muzîknas û bestekarê Ermenî Gomidas Vartabed li Karwanseraya Navçeya Sûra Amedê konsereke hate li darxistin û di konserê de Hunermendên Ara Dinkjan, Ari Hergel, Ertan Tekin, Pervin Chakar ve Zulal Trio stran, lawje û kilamên bi Ermenkî, Kurdî û Tirkî gotin.
Gomidas Vartabed li Enedolê gund bi gund geriya û ji 4 hezarî zêdetirî stran, lawje û kilamên Kurdî, Ermenkî, Farisî, Tirkî û Erebî berhevkiriye û xistiye ser notayan. Hunermend Gomidas Vartabed li ser muzîk û stranan nivîs û gotaran nivîsandin û ji bo pêşveçûna muzîka ermenkî lêkolînan kiriye û xebatiye, li Stenbokê koroyeke 300 kesî avakiriye.
Ji bo bîranîna etnolog û muzîknas Gomidas Vartabed’ê ji aliyê Anadolu Kültür, Kalan Müzik û Şanoya Maxim Gorki ve li di dîrokên 5 û 7’ê Cotmehê de li Şanoya Maxim Gorkiya Berlînê û Salona Konser a Cemîl Reşît Rey’ê de li Stenbolê konseran hatibû li darxistin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com