Li Amedê Çalakiyên Çandî û Hunerî dest pê dike!
Li Parka Koşûyolûya girêdayî navçeya Baglara Amedê, Serokatiya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşmê “Jiyan Ya Me Ye, Gotin Ya Me Ye”, nîşandayînên belgefîlman jî tê de ne, rêzeke çalakiyên çand û hunerî li dar dixe.
Bernameya çalakîyên çand-hunerê yên servekirî li Parka Koşûyolûya navçeya Baglarê 5 heftê, dê heta dawiya payîzê bidome. Di çarçoveya bernameya çalakiyan de; lîstika şanoyê “Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê”, (Lîstika Qirix) dê bê lîstin û belgefîlmê “Dîroka Mirina Avê” yê derhênerê Kurd Alî Ergulê ku qala Bendava Heskîfê dike, fîlmên anîmasyon yên zarokan; “Pînokyo”, “Moby Dick”, “Raindrop” û belgefîlmê “Jî Dengê Yekem Heya Henaseya Dawî” cih digirin.
Rojên çandî û hunerî, dê 20’ê Tîrmehê de (îro) bi konsêrên hunermendên Mîkail Aslan û Hîvron ve dest pê bike.
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com