Li Amedê Lîstika Şanoyê “Mem û Zîn”
Listîka Şanoyê “Mem û Zîn” ku ji berhema nemir a Nivîskarê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî re, ji bo şanoyê lê hatiye anîn û di dîrokên 6-7-8’ê Îlonê de, di Diyar Galeria de Seat 20:00ê de li Amedê derdikeve li pêşberî temaşevanên şanohezan.
Lîstika Şanoyê bi Kurdî “Mem û Zîn” ji aliyê Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ve bêne lîstin. Derhênera Lîstika “Mem û Zîn”ê Ruknettin Gun e û Şanonameya berhemê jî Nivîskar û Wergêr Kawa Nemir e.
Şanoya Bajêr a Amedê ji sala 1990’ê bi vir de gelek lîstikên şanoyê bi Kurdî amadekirin û lîstin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com