Li bajarê Wanê aşvaniya dîrokî

Nûçe-Nivîs: Serhat Tebiş (Nûçeya Taybet-Özel Haber)

’40 Aşên’ Dîrokî yên Payîzavaya Wanê

Li bajarokê Payîzava (Gurpinar) ya bajarê Wanê karê aşvanîyê xwedî dîrokeke pir qedîm e. Jiber ku li vê heremê pir zêde kahnîyên avê hene ev aş li vir hatine ava kirin. Di dîrokê de li vir 40 aş hatine ava kirin û xizmet dane hemû heremê. Gorî agahîyên Muzeya Wanê dîroka van aşan heta 2 hezar û 700 salan diçe. Ev aşên dîrokî di van salên dawî de bona ku baş nehatine parastin, yek bi yek hilweşîyane û xerab bûne. Ji 40 aşan a niha tenê yek aş maye ku dixebite û ew jî bisaya aşvan M. Siddik Yilmaz liser pîya mayê.

Aşvan Yilmaz ê 50 salî ji zarokatîya xwe heta niha vî karî dike û dibêje ku wî jibo jiyandina çand û dîrokan Kurdan evder çarekedin rakîrye ser pîyan.
“Ligor maznên me li vê derê 40 aş hebûn û piranîya herama Wanê genimê xwe dianîn vê derê. Min di 15 salîya xwe de destbi aşvanîyê kir û wê çaxê tê bîramin 27 aşan 24 saetan dixebitin. Niha ez bi serê hewil didim vî aşê herî dawî tenê mayî ser pîya bigirim.”

Aşvan Yilmaz dide zanîn ku di heyamên berê de hemû rûniştvanên li herema Wanê genimê xwe dianîn ’40 Aşan’ û piştî 2007an jiber kem bûna avê û koç kirina rûniştvanan, êdî wekî berê kar nemaye.
“1925 heya niha devam dike. Min di 2007’an de êdî genim kêm bû û min jî ev kare terikand. Min nêzî 20 salan ev kar kir û debara me jî pir başbû. Sedema herî mezin kêm bûna avê bû; jiber ku ava vêderê ji alîyê sazîyên devleten ve bo ava vexwarine jibo bajarê Wanê birin. Piştî av kêm bû sê aş tenê man û gelê heremê jî êdî nehat û di dawîyê de ev aşê tenê ma.”

Li gor çavkanîyên dîrokî Urartûyan berîya zayînê di 861’an de li derdora Wanê jîyan kirine û gelek coy avê çêkirine. Aşvan Yilmaz jî dîyar dike ku liser van coyan cara yekan aş ji alîye Urartûyan ve hatîye ava kirin.

“Şaristanîya Urartûyan bandorek pir mezin liser çanda û bajarvanîya vê heremê kirî û mina van aşan berhemen dîrokî gehiştine roja me. Bi qasî ku min karî ez jî dê vê karê xwe bidim berdevam kirin.
Rûniştvanê bi navê Îskan Dogru ê 59 sali, genimê xwe bo hêrandine anîye ve dere. Dogru destnîşan kir ku genimê aşê avê bo saxlemîyê baştire û ew genimê xwe her sal tîne vê derê.

“Bona amadekarîyên zivistanê, hersal di encama çandinîyê de çend çap genimê me çêdibe û em tinîn vî aş e. Genimê ku bi van aşan tê hêrandin, tahma wê xweştir e û herwiha bo saxlemîya mirov jî baştir e. Êdî genim dest me nakevi, jiber ku mina salên borî kes çandinîyê nake.”

Herî dawî aşvan M. Siddik Yilmaz, bang li rûniştvanan kir ku hem jibo saxlamîye hem jî jibo berdevamîya vê çanda qedim, genimê xwe bînin aşê wî.

Hêjayî gotinê ye ku ’40 Aşên’ Payîzava ku piranîya wan niha wêran bûne, di sala 2015’an de wekî qada sît hate îlan kirin û niha ev aş di bin parastinê de ne. li bendê ye ku ev berhemên dîrokî di demên pêş de werin restore kirin.

*Wêneyên Nûçeyê ji aliyê nivîskarê nûçeyê Serhat Tebiş ve hatine kişandin. Haberin fotoğrafları haberi yazan Serhat Tebiş tarafından çekilmiştir.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: