Li Berlinaleê bo derhêner Ulrike Ottinger rêzgirtin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê her sal ji bo sînemavan û sazîyan Xelata Kamerayê ya Berlinaleê dide û îsal dê li Haus der Berliner Festspieleyê bê eşkerekirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazı de cih digire, 70’emîn Festîvala Fîlman a Berlînê dê di navbera dîrokên 20’ê Reşemî û 1’ê Adarê de bê li darxistin û festîval her sal ji bo sînemavan û saziyan Xelata Kamerayê ya Berlinaleê dide. Xelata Kamerayê ya Berlinaleê îsal di dîroka 22’yê Reşemiyê de li Haus der Berliner Festspieleê dê ji derhênera navdar a Elmanyayê Ulrike Ottinger re bê dayîn. Derhêner Ulrike Ottinger, bi fîlm û belgefîlmên xwe yên wekî; Madame X – Eine absolute Herrscherin (1978), “Bildnis einer Trinkerin (1979) “Taiga” (1992), “Exil Shanghai “1997” ve tê naskirin ku hunermendeka piralî ye û xebatên xwe yên sînema, şano û wêneyê didomîne.

Belgefîlmê xwejînenîgariyî ya bi navê “Paris Calligrammes” ya derhêner Ulrike Ottingerê dê di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Berlînê de bê nîşandan.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: