Li Berlînê ji paceyan rojên sînemayê
Li seranserê cîhanê ji ber pandemîya vîrusa coronayê salonên sînemayê hatin girtin û sektora sînema û rêzefîlman hema hema rawesta.
Di van rojên dijwar de, li bajarê Berlîna Elmanyayê projeya nîşandana fîlman hate destpêkirin. Projeya Windowflicksê, bi nîşandana fîlman weke sembolîk piştgirî didin li salonên sînemaya serbixwe.
Armanca projeyê ev e ku, di van rojên karantînayê de, bi hêza fîlman mirovan bînin li cem hev û dixwazin rêmana “sînemaya malê” ji nû ve zindî bikin û bi vê armancê li dermalê nîşandana fîlman li dar dixin.
Projeya nîşandana fîlman, bi navê Facadekinos (sînemaya enî) bêpere hate li darxistin. Beriya nîşandana fîlman ji aliyê pargîdaniya Knalle Popcornê ve ji bo temaşevanan meletîk hatin belav kirin.
Endamek Windowflicksê projeksiyona fîlman amade dike û endamek din jî dengê hoparloran durist dike.
Plana projeyê ji aliyê pargîdaniya mîmarî û ronîkirinê yên navdîsîplînan a bi bavê MetaGreyê tête saz kirin û gerînendeyê giştî ya pargîndaniyê Olan Karkhoff diyar kir ku, “Fikra me ev bû ku, mirovan mecbûr nînin ku li paş ekranên dîjîtal hevkarî bikin û wan dikarin paceyên xwe vekin û bi hemtaxî xwe ve fîlm temaşe bikin.”
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com