Li Berlînê kurtefîlmê kurdî “Bafirokan” xelat girt
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlinale) îsal 70’emîn car, di navbera dîrokên 20’ê Reşemî û 1’ê Adarê de hat li darxistin. Li festîvalê, kurtefîlmê kurdî “Bafirokan” ku ji aliyê derhênerê ciwan Seyid Peyam Hosêynî re hatiye nivîsandin û kişandin, Xelata Kplusê stand.
Xelatên 70’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê di dîroka 1’ê meha Adarê de bi merasîmek hatin dayîn. Li festîvalê kurtefîlmê kurdî “Bafirokan” (Soranî: Kolarekan / English: The Kites) ku ji aliyê derhênerê ciwan Seyid Peyam Hosêynî re hatiye nivîsandin kişandin, Xelata Kplusê stand.
Di kurtefîlmê de Berhemhêner Seyid Peyam Hosêynî û Mohsîn Mohammadî ne.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com