Li Bogazîçîyê nîşandayîna fîlmên LGBTİ+ hate astengkirin

Li Zanîngeha Bogazîçîyê ya Stenbolê ji aliyê Koma Sînemayê ya Bogazîçî ve nîşandana fîlmên LGBTİ+ hatiba lidarxistin, lê li ser hesabê medyaya civakî ya koma sînemayê hate ragihandin ku nîşandana fîlman ji aliyê rêveberîya zanîngehê ve hatiye astengkirin. Di navbera bernameya fîlman de; “Benîm Çocugum”, “Laurence Anyways” û “Go” cih digirin.

Koma Sînemayê ya Bogazîçîyê li ser astengkirina bernameya nîşandayîna fîlmên LGBTİ+yê daxuyanîyeke ragihandin. Di daxuyanîya ku li hesabê medyaya civakî yê komê de hate gotin, “Berê jî nîşandanên me yên fîlmên LGBTİ+ hatibû astegkirin û niha jî nîşandana fîlmê mamosteyê me yê bi navê “Benîm Çocugum” tê astengkirin.”

Di çarçoveya bernameya nîşandana fîlman de îrok fîlmê “Duvarlar” dê di saet 20.30an de li Qada Başûrê bê nîşandayîn.

Çavkanî: Gazete Duvar

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: