Li Cannesê îsal piraniya endamên lijneya bijêran jin in

73’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Cannesê dê di dîrokên 12-23’yê meha Gulanê de bê li darxistin û lijneya bijêran ya festîvalê diyar bûn. Li Cannesê îsal piraniya endamên lijneya bijêran jin in.

Li gorî nûçe ku di malpera Kovara Altyazı de cih digire, Festîvala Fîlman a Cannesê îsal cara 73’yemîn tê li darxistin. Direktora Giştî ya Festîvalê Thierry Frémaux, Nûnera Giştî Christian Jeune û Şêwirmenda Hunerê Stéphanie Lamome eşkere kirin ku, li Cannesê îsal piraniya endamên lijneya bijêran jin. Di navbera lijneya bijêran de 9 endam hene û pênc endam jin in.

Di salên borî de li bernameya festîvalê, hejmara sînemavanên jin li gorî sînemavanên mêran kêm bûn û ji ber wê festîval ji aliyê derdorên sînemayê ve hatibû rexnekirin.

Sala par li festîvalê, her çend têrê nake jî di mijara fîlmên ku ji aliyê derhênerên jinan ve hatine çêkirin de hin gav hatibûn avêtin. Di Pêşbirka Bingehîn ku ji bist fîlman pêk tê de, çar derhênerên jin cih girtibûn. Li 72’yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê derhêner Mati Diop bi fîlmê xwe yê “Atlantics” re di beşa Pêşbirka Bingehîn de weke yekem derhênera çermreş ketibû pêşbaziyê û Xelata Mezin a Juriyê girtibû.

Îsal li Cannesê navên endamên lijneya bijêran wiha ne: Virginie Apiou, Paul Grandsard, Laurent Jacob, Stéphanie Lamome, Eric Libiot, Lucien Logette, Johanna Nahon, Guillemette Odicino, Caroline Veunac.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir