Li Cannesê îsal piraniya endamên lijneya bijêriyê jin in

73’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Cannesê di dîrokên 12-23’yê meha Gulanê de bêne li darxistin û lijneya bijêriyê ya festîvalê diyar bûn. Li Cannesê îsal piraniya endamên lijneya bijêriyê jin in.

Li gorî nûçe ku di malpera Kovara Altyazı de cih digire, Festîvala Fîlman a Cannesê îsal cara 73’yemîn bête li darxistin. Direktora Giştî ya Festîvalê Thierry Frémaux, Nûnera Giştî Christian Jeune û Şêwirmenda Hunerê Stéphanie Lamome eşkere kirin ku, li lijneya bijêriyê ya Cannesê, îsal piraniya endamên lijneya bijêriyê jin in. Li lijneya bijêriyê festîvalê neh endam hene û pênc endam jin in.

Di salên borî de li bernameya festîvalê hejmara sînemavanên jinan li gorî sînemavanên mêran kêm bûn û ji ber wê festîval ji aliyê derdorên sînemayê hatibû rexnekirin.

Sala par li festîvalê, her çend têrê nake jî di mijara fîlmên ku ji aliyê derhênerên jinan ve hatine çêkirin, de hin gav hatibûn avêtin. Di Pêşbirka Bingehîn ku ji bist fîlman pêk tê de, çar derhênerên jinan cih girtibûn. Li 72’yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê derhêner Mati Diop bi fîlmê xwe ya “Atlantics” di beşa Pêşbirka Bingehîn de weke yekem derhênera çermreş ketibû pêşbaziyê û Xelata Mezin a Juriyê standibû.

Îsal li Cannesê navên endamên lijneya bijêriyê wisa ne: Virginie Apiou, Paul Grandsard, Laurent Jacob, Stéphanie Lamome, Eric Libiot, Lucien Logette, Johanna Nahon, Guillemette Odicino, Caroline Veunac.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: