Li Colemêrgê pêşangeha “Heskîf” dest pê kir

Li Colemêrgê (Hekarî) bi mijara “Heskîf” pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Qêrîna Bêdeng’ ku ji wêneyên rojnamevan-nûçegihanê Fotoyan Ciwan Degerî pêk tê, îro dest pê kir û wê 2 rojan bidome.

Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Gazete Sokakê Ciwan Deger bi salan e rojnamevanî û nûçegihanê fotoyan dike û Deger 19’emîn pêşangeha xwe ya wêneyan a bi navê “Qêrîna Bêdeng” (Sessiz Çığlık) vekir.

Pêşangeha bi navê “Heskîf” ya Ciwan Degerî, ji 35 wêneyên Bendava Ilisûyê û Navçeya Heskîf a Êlihê ya 12 hezar salî û dîrokî ku dê bin avê de bê hiştin, pêk tê û li Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Colemêrgê tê li darxistin û dê du rojan bidome.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir