Li dijî lez û bêruhiya çaxê qîrîneke jidil: Andreî Tarkovsky

“Helbestvanek, ji bo giyanê bixe tevgerê dinivîsîne, ne ji bo ku pûtperestan xwedî bike…”*

Andreî Tarkovsky di 4’ê avrêla 1932’yan de hatiye dinê û di sala 1986’an de wefat kiriye. Tarkovsky, di dîroka sînemayê de derhênerekî navdar e û fîlmên wî nayên ji bîr kirin. Gelek sînemager û derhêner ketina bin bandora wî. Fîlmên wî li her derê cîhanê ji aliyê gelek temaşevanên sînemayê ve têne temaşe kirin. Tarkovsky xwendekarê, derhênerê navdar ê sînemaya Sovyetan Mihail İliç Rommî ye.

Derhêner Tarkovsky li welatê Rûsyaya Sovyetê hatiye dinê û perwerdehiya xwe ya sînemayê li dibistana fîlman a Rusyayê (VGIK) hilgirtî ye. Derhênerekî Auteur e û di nava pêşengê rêbaza sînemaya helbestkî de cih digire. Wî fîlmên xwe wekî ramanî bi hestên civakî û hunerî kişandine. Sehneyên fîlmên Andrey Tarkovskî wekî xewnekî diherîkin û bi awayekî surrealîst hatine kişandin. Zarokatî, rabirdû û bîranînên Tarkovskyî gelek bandorê lê jiyana wî kirine.

Yek ji derhênerên herî mezin û serketî yên hunera heftemînê Andreî Tarkovsky, di jiyana xwe ya hunerê de fîlmên bêhempa û mezin afirandine û hest û ramanên xwe yên di derbarê mirovahî, jiyanê û xwezayê de anîye zimên. Di fîlmografiya wî de kurtefîlmên “Ubiytsy” (1956), “Segodnya Uvolneniya Ne Budet” (1959), “Katok i skripka” (1960) û belgefîlmeke bi navê  “Tempo di viaggio” (Derhêner: Tonino Guerra , Andrey Tarkovskî, 1984) jî cih digirin. Andrey Tarkovskî senaryoya fîlmê “Sergey Lazo” (1968) nivîsandiye, di fîlmekî de weke lîstikvan lîstiye û di heman demê de wenêkeşekî baş bû û bi objektîfa xwe wêneyên xweş û rengîn kişandin û lîstikên şanoyan bi rêvebirin. Derhênerê mezin, sê pirtûkên bi navê “Dem Di Nava Demê de”, “Sînemaya Helbestkî”, “Dema Hatiye Mor Kirin” ku li ser hest û ramanên sînemayê hatine amadekirin, weşandine.

Her wiha li ser sînemaya Tarkovskyî belgefîlmên “Regi Andrej Tarkovskij” (der: Michal Leszczylowskî, 1988) û “Moscow Elegy” (der: Aleksandr Sokurov, 1988) hatine kişandin û projeya belgefîlmeke bi navê “Andrey Tarkovskiy. Vospominanie” (der: Aleksei Naidyonov), didome.

(Derhênerê nemir ê hunera sînemayê Andreî Tarkovsky û xwişka wî Marîna Tarkovskaya.. Mirov diçe rabirdû, zarokatî û bîranînên xwe…)

Sînema karê afirandina atmosferê ye û li sînemayê gotineke gelek tê zanîn heye û dibêje ku “Kesê ku xewn nabîne nikare filman bikişîne.” Bi rastî jî sînema karê xeyal, xewn û hêvîyan e, karê kesên ku derd û gotinên wan hene ne. Yek ji derhênerên herî serketî yên dîroka hunera sînemayê û pêşengê rêbaza sînemaya helbestkî Andreî Tarkovsky jî di jiyana xwe de filmên mîna xewnê kişandine û di filmên xwe de; êş, şadî, bêrikirin û hêviyên mirovahî û xwezayê nîşanî mirovan dide, û bi hest û ramanên fîlmên xwe ve mohra xwe da li sînemayê. Di fîlmên Andreî Tarkovskyê de, bi mijar, zimaneke helbestkî, atmosfera kûrahî, tevgerên kamerayê û nerînên kişandinê ve; bijartin û bikaranîna muzîkên fîlman jî ciyekî girîng digirin, û muzîk û fîlman bi hev re wekî hestî û çermî bedenê li hev hatine û ruh û can didin herîkina çîrokê.. Yek ji pêşengên herî serketî yên hunera sînemayê û derhênerê navdar ê Swedê Ingmar Bergman ji aliyê derdorên sînemayê ve derhênerê herî mezin a cîhanê tête qebûl kirin. Derhêner Bergman di derbarê Tarkovskyê de dibêje, “Andreî Tarkosvky ji bo min derhênerê baştirîn e.” (Çavkanî: https://andrei-tarkovsky.com)

Andreî Tarkovsky, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê xelata Şêra Zêrîn, li Cannesê xelata FIBRESCİ û Xelata Taybet a Juriyê standin. Derhêner, di sala 1990’ê de, ji ber “Tevkarîya bêhempa ya hunera sînemayê û fîlmên nûjenîxwaz ên wî ku nirxên gerdûnî yên mirovî û ramanên humanîst dipejirînin” xelata Lenînê wergirt.

Derhêner Andreî Tarkovky, li dijî lez û bêruhiya bêreng a çaxî nûjenê qîrîneke jidil e. Min di vê lîsteyê de, çîrokên 7 berhemên sereke yên Tarkovskyê bi kurtasî hatin nivîsandin û hin replîkên van fîlman bo zîmanê Kurdî wergerandim.

Fîlmê  “Ivanovo detstvo” (Zarokatiya Îvanê, 1962) di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de diqewime û qala çîroka zarokekê bi navê Îvan ku gundê wî ji aliyê Nazîyan hatiye wêran kirin, malbata wî hatine kuştin û êsîr ketiye re dike. Îvan rojek ji wergeha dîlê direve. Serpelê Sovyetan Kholin û Efserên din ên artêşê xwedî lê zarokê derdikevin. Wan dixwazin Îvanê rêkin dibistanê û wî jî dixwaze biçe aniya şerê.

Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andrey Tarkovskî , Vladimir Bogomolov
“Di cihê ku zêdebûna zanatiyê de xem (keser) jî zêde dibe.. Û kesa/ê ku zanîna xwe zêde dike, ew derdê xwe jî zêdetir dike…” 
Fîlma “Andrey Rublev” (1966) qala jiyana keşîş û wênesazê îkonê Andrey Rublevê re dike û atmosfera salên sedsala 15’emîn û rewşa civakî ya wê demê nîşan dide… Mijara çîroka fîlmê, wateya jiyanê û dijwariya demê bi bîr tîne…
Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Andreî Konchalovsky

“Şerm/fedî, hesta ku dê mirovahiyê rizgar bike…” (Fedî, hesta ku dê mirovahiyê xelas/rizgar bike…)

“Em nizanin, em ê çi ji cîhanên din bikin.. Pêwîstiya me ji cîhanên din nîne.. Pêwîstiya me bi neynikê heye…” 

Di çavên evîn û xwezayê de ye, jêderka jiyanê û bi dilê hezê re mezin û şîn dibe qencayî û xweşikahî…

Rêwîtiyeke dipdirêj û rengîn e “Solarîs”, tê de hevok û newa û dîmenên xwezaya jiyanê dihewîne.. Demsaleke nû ye û dişibe avên robarekî zelal û xewneke spî diherîke… 

Fîlmê “Solarîs” (1972), qala rêwîtiyekî ku ber bi fezayê û gerstêrka Solarîsê re dike û rewş û çîrokên mirovên ku ji bo lêkolînekê li wê derê hatine, nîşan dîde… ‘Solarîs’ filmeke helbestkî û felsefîk e…

Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Fridrikh Gorenshtein

“Peyvan, hin caran têra rave kirina ji hestên me nakin.. Ew gelekî temirî dimînin…”

“Helbestvanek, ji bo giyanê bixe tevgerê dinivîsîne, ne ji bo ku pûtperestan xwedî bike…”

“Bi tenê berrahî û ronî heye…”

Zimanekî helbestkî, çavên ruhê xwezaya jiyanê û dengê bayê û baranê…  Di nava bîranîn û newayan de, dilê rêwîtiyeke helbestkî, bêhna rengên xweza û demsalan… Bîrewerîyan rabirdû û dahatû ne, wan ji bo mirovan her tişt in…

Derhênerê navdarê cîhanê Andreî Tarkovsky di filmê xwe yê bi navê ‘Zerkalo’ (1975) de qala malbatê xwe û jiyanê xwe ve dike û rewş û atmosfera serdemê xwe nîşan dide… Di nav herîkîna filmê de helbestên ên Bavê Andreî Tarkovskyê cih digirin… ‘Zerkalo’ di dîroka sînemayê de filmeke girîng û watedar e, wekî rengê xiyal û xewnê ye û mîna avên robarekî zelal û spî diherike... Li dijî lez û bêruhiya çaxê qîrîneke ye “Zerkalo“, bi peyv û newayên dilê xwe ve, di sînorên rastînê û xewnê de digere…

“Zekalo” (Neynik – The Mirror) / Derhêner: Andrei Tarkovsky û Senaryo: Andrei Tarkovsky, Arseniy Tarkovskiy, Aleksandr Misharin

Hemû tişt girêdayî ye ku mirov wateya jiyana xwe li ku derê dibîne…

Rastîn, bi nîqaşan ve derdikeve holê…

Şopger, Nivîskar, Profesor û Herêmeke tenya… Di dilê xwezayê de serpêhatiya rewîtiyeke helbestkî û olana muzîkan…  Rêwîtîyek li pey dengê xeyalan û hêvîyan.. Her sê jî li heman rê de ne, lê armanca wan cuda ye.. Yek ji fîlmên klasîk ên dîroka sînemayê “Stalker” li ser wateyên jiyanê, hunerê, ruha xwezaya mirovê û siriştê fîlmekî girîng û xweş e…

“Сталкер” (Stalker / Şopger) 1979 – Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Borîs Strugatsky

“Bi tenê li xwezayê binêre û tu yê bibînî ku jiyan çiqas ji rêzê ye…”

“Dilopek û dilopeke din nakin du dilop, wan dikin dilopeke mezintir…” 

Andreî helbestvanekî navdar ê Rûsyayê ye û ji bo jiyana muzîkvanê Sosnovsky ku di sedsala 18’ê de hatiye jiyîn û li Bolonyayê çûye dibistanê, lêkolîn dike û tê Îtalyayê. Andreî û wergêra wî li Toskanayê digerin û rêwitiya helbestvanê her ku diçe dibe serpêhatiyeke razdar û ronîdar…

Derhênerê baştirîn dîroka sînemayê Andrey Tarkovskî.. Dengbêj û çîrokbêjekî ye û stranên rastîyên jiyanê distre…

Nostalghia” (1983) / Derhêner: Andreî Tarkovsky û Senaryo: Andreî Tarkovsky, Tonino Guerra

“Pêşî gotin hebû…”

Alexander rojnamevan, lîstikvan û feylosofekî ye û hemû endamên malbata wî ji ber rojbûna wî hatine cem hev. Alexander di nava rojê de digel kurê xwe yê piçûk li ser wateya jiyanê diaxive û danê êvarê şerê nukleerê dest pê bike û piştî vê buyerê di jiyana Alexander de jî pêvajoya pirsyarî kirin dest pê dike… Yek ji berhemên sereke yên derhênerê nemir ê hunera sînemayê Andreî Tarkovskyê “Nostalghia” (1986) wekî fîlmên din ên derhênerê, temaşevanên xwe derdikeve rêwîtiyeke bêhempa û felsefîk…

Offret” (Gorî, Qurban) – Derhêner û Senaryo: Andreî Tarkovsky

Çavkanî: https://andrei-tarkovsky.com/

https://www.imdb.com/name/nm0001789/?ref_=fn_al_nm_1

* Ji bo alîkariya wergera vê replîkê ez zor spasî hevalekî dikim.

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Li ser huner û sînemaya Tarkovskyê du nivîsên kurt:

https://rumetmed.blogspot.com/2018/09/awazen-filmen-andrei-tarkovsky.html

https://rumetmed.blogspot.com/2018/08/niseyen-ku-li-ser-jan-keser-u-dile.html

https://rumetmed.blogspot.com/2019/01/li-gori-andrei-tarkovsky-10-filmen-heri.html

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: