Xelatên Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê îsal ji aliyê akademisyen Ozlem Guçlu, bernamekar-pispora ragihandina dîjîtal Karen Cirillo, derhêner Ahu Ozturk, pevbestîner Selda Taşkin û sînemager-akademisyen Can Candanî ve hatin bijartin. Di nava juriya FIPRESCIyê (Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî) ya Festîvalê de Natalia Moussienko, Teresa Vena û Ovgu Gokçe cih girtin.
Beşeke nû ya bi navê ‘3×3’ îsal li bernameya rojên belgefîlman lê zêde kirin ku armanca wê bi sê belgefîlmên derhêneran dê wan bidin naskirin. Mêvanên beşa nû îsal Monika Treut, Magnus Gertten û Aliona van der Horst bûn. Herwiha bi beşdariya Magnus Gertten, Aliona van der Horst û Cem Kayayî dê paneleke bi navê “Di Belgefîlmê de Bikaranîna Arşîva Afirîner” jî hate lidarxistin. Têkiliya arşîv û belgefîlman îsal yek ji mijarên sereke yên Rojên Belgefîlman a Documentaristê bû.
Îsal cara yekem li Muze Gazhaneyê nîşandanên servekirî yên fîlman jî derketin li pêşberî belgefîlmhezan û li ser mijarên ekolojî û qeyrana avhewayê disekinin. Li Documentaristê, di çarçoveya gelek beşên wekî; ‘Mafên LGBTİ+yê’, ‘XR Yok Oluş İsyanı’, ‘Çîrokên Dê-Bavtî û Mezinbûnê’, ‘Fîlmên Muzîk û Reqsan’, ‘Belgefîlmên Niwandinê’ de gelek belgefîlm hatin nîşandayîn. Paneleke din a li ser îthalata çopên plastîk jî hate lidarxistin. Bernameya rojên belgefîlman her sal di rojên xwe de mînakên herî rojane û xweş ên sînemayê dihewîne û tîne li ber temaşevanan.
Çavkanî: Altyazı
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com