Li Duhokê Dema Festîvala Fîlman
7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê îsal di dîroka 9’ê Îlonê de bi nîşandayîna fîlmê “Kamion” yê Derhêner Kambuzia Partovî re dest pê dike û bernameya festîvalê dê heta 16’ê meha Îlonê bidome.
Bernemaya Festîvala Fîlman a Duhokê îsal di 9’ê Îlonê de bi fîlmê “Kamion” (The Fish – 2018) yê Kambuzia Partovî re dest pê dike. Derhênerê Rohelatî Kambuzia Partovî derhênerekî bixelat û nivîskarê sînemayê ye. Kambuzia Partovî bi fîlmê xwe ya “The Truck” re Xelata UNICEF’ê wergirt û bi fîlmê xwe ya “Closed Curtain” re li Berlinale ji bo Xelata “Goldener Bär”ê berendam hate nîşandan. Dêrhêner û Senarîst Kambuzia digel Derhênerên navdar Jafar Panahî (The Circle) û Mecîd Mecîdî (Mohammad) ve fîlman kişandin.
Derhêner û sînemavanên ku bixwazin beşdarî bernameya Festîvala Filaman a Navneteweyî ya Duhokê bibin, di navbera dîrokên 1’ê meha Avrêlê – 15’ê Pûşberê de serîlêdanên xwe yên fîlman kirin, di gelek warên sînemayê de berhemên xwe rêkirine/şandine.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê ji aliyê Wezareta Ciwanî û Werzîşê ya Herêma Kurdistana Iraqê, Parêzgeha Duhokê, Gerînendetiya Çand û Hunera Duhokê, Kurdistan 24, Kumpaniya Haval, Mitosfilm û Peymangeha Gutê (Goethe Institut) ve dê bê li darxistin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê di du şaxan de, “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê de” bêne li darxistin û fîlman di gelek beşan de têne xelatkirin. Postera Festîvala Fîlman a Duhokê bi riya medyaya civakî ya festîvalê hate parvekirin û postera (afîş) îsalê ji aliyê Yana Vekshina re hatiye dîzayn kirin.
Peyama Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê:
“Em peyam û pişka welatên mêhvan di 7emîn gerra Filmefestîvala Duhokê de radigehînîn
Peyama ev sale ya Festîvalê dê li ser hevpejirandinê bît. Filmên Festîvalê ji welatên cuda hatîne helbijartin û babetên wan li ser serbora mirovî ye, bas li cudahîyên me diken û tekezê li ser giringîya wê diken. Pişka welatên mêhvan dê ev sale Welatên Erebî bin. Festîval dê giringîyê bi lêktêgehiştinê û hevpejirandinê di navbera welatên rojhelata navîn da det.”
Ji bo agahî û bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî Duhokê: http://duhokiff.com
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com