Li Êlihê bernameya Nîşandayîna Fîlman
Şaredariya Batmanê di dîrokên 11-27’ê meha Mijdarê de li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn’ê çalakîya nîşandayîna fîlman li dar dixe.
Bernameya fîlman ji aliyê Şaredariya Batmanê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Yenî Sînema ve li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn’ê li Êlihê tê li darxistin û di çalakiya fîlman de wê 4 fîlm weke bêpere bêne nîşandayîn.
Bernameya Nîşandayîna Fîlman:
“Kefernahum” (Derhêner: Nadin Labaki) / Fîlm di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de 3 xelatan wergirtin.
Dîrok: 11’ê Mijdarê, Saet: 19:30
Belgefîlmê “Her Mal Dibistanek” / Derhêner: Ardîn Dîren
Dîrok: 12’yê Mijdarê, Saet: 19:30
Belgefîlmê “Aether” (Derhêner Rûken Tekeş) / Belgefîlm di bernameya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê de
Xelata Taybet a Juriyê ya Belgefîlmê Herî Serketî wergirt.
Dîrok: 19’ê Mijdarê, Saet: 19:30
“Guvercin Hirsizlari” / (Derhêner: Osman Nail Dogan) Fîlm di bernameyên gelek festîvalan de xelatan wergirtine.
Dîrok: 27’ê Mijdarê, Saet: 19:30
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com