Li Enqereyê Festîvala Fîlman a Penaber
2’yemîn Festîvala Fîlman a Penaber di navbera 27-28’ê Cotmehê de li Enqereyê di Sînemaya Büyülü Fener’ê de bêne li darxistin.
Li gorî nûçeya ku di Gazete Karinca’yê de cih digire 2’yemîn Festîvala Fîlman a Penaber di 27’ê meha Cotmehê de dest pê dike û bernameya Festîvalê dê du rojan bidome û ji aliyê Komeleya Piştgiriyê bi Penaberan û Koçberan ve, Komeleya Piştgiriya Penaberan û Yekîtiya Ewropayê têne organîze kirin.
Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Penaber de 11 fîlm û belgefîlmên sînemaya cîhanê ku li ser mijarên penaber û koçî hatine kişandin, weke bêmişe bêne nîşandayîn.
Di bernameya Festîvala Fîlman a Penaber
de fîlmên wekî; Capernaum, Misafir, The Other Side of Hope, Fatima, Le Havre ve The Good Postman cih digirin û fîlmên festîvalê di 2-3’yê meha Mijdarê de li Yalova’yê û di 23-24’ê Mijdarê de jî li Karabuk’ê bêne nîşandayîn.
Ji bo agahî: https://multecifilmfestivali.com/program/
Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com