Li Farqîna Amedê wê nîşandayîna fîlmên Sînemaya Kurdî û xebata atolyeyê bêne lidarxistin
Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di 27ê Gelawêjê de li Farqîna Amedê nîşandayîna fîlmên Sînemaya Kurdî û xebata atolyeyê li dar dixe. Di çarçoveya projeya “Gotûbêjên Sînemaya Guhêzbar: Nîgaşên Jinên Kurd” de wê fîlmên metrajdirêj û kurtefîlmên Sînemaya Kurdî bêne nîşandayîn, dê li ser temsîlên di sînemayê de xebata atolyeyê jî bê lidarxistin.
Xebatên atolyeyê dê di bin xebatên belgefîlman de bêne lidarxistin û dê wek arşîv jî bên qeydkirin. Bernameya sînemayê tenê ji bo jinan vekirî ye.
Destpêka nîşandayîn û xebata atolyeyê: 15.00 / Cih: Taxa Selahattin Kolana Demircîler, MEDDER Farqîn
Komeleya Jin, Çand, Huner, Edebiyatê (KASED) jî di çarçoveya projeya “Gotûbêjên Sînemaya Guhêzbar: Nîgaşên Jinên Kurd” de îro li Komeleya Dîcle a Çand û Hunerê, li Amedê nîşandayîna fîlmên metrajdirêj û kurtefîlmên Sînemaya Kurdî û xebata atolyeyê li dar xist.
Di bernameya nîşandayîna filman de fîlmên; “Kirasê Mirinê: Hewîtî” (derhêner: Mizgîn Mujde Arslan, 2009), “Dengê Bavê Min” (der: Orhan Eskîkoy û Zeynel Dogan, 2012), “Klama Dayîka Min” (der: Erol Mîntaş, 2014), “Were Dengê Min” (Huseyîn Karabey, 2014), “Heskîf” (Elîf Yîgît, 2020) cî digirin.
Çalakîyên sînemayê bi piştgirîya bernameya Culture CIVICê ya Yekîtiya Ewropayê ve hatine amadekirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com