Li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn “Pêşbirka Senaryoyê” dê bê lidarxistin

59emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê di rojên 1-8ê meha Cotmehê de derdikeve li pêşberî sînemhezan ku îsal wê li çarçoveya festîvalê Pêşbirka Senaryoyê ya Lêanîna Wêjeyî jî bê lidarxistin. Di beşa pêşbirkê de, dê senaryoyên fîlmên dirêj ên ku ji berhemên wêjeyî hatine lê anîn bikevin pêşbaziyê.

Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhîttîn Bocek di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku, ew ê piştgirî bidin ji bo fîlmên nû yên lêanînên wêjeyî yên çêker û sînemageran. Muhîttîn Bocek bal kişand ser vê yekê ku pêşbirkeke wisa li Tirkiyê cara yekem dê ji aliyê Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê bê lidarxistin. Pêşbirka Senaryoyê wê sînema û wêjeyê bîne cem hev.

Serîlêdanên Pêşbirka Senaryoyê ya Lêanîna Wêjeyî ya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê destpê kir û dê heta 15ê meha Gelawêjê bidome. Ji bo Xelata Senaryoya Baştirîn 80.000 TL û ji bo Xelata Taybet a Juriyê jî 40.000 TL xelat didin. Hate ragihandin, encamên pêşbirka senaryoyê jî dê di dîroka 1ê Cotmehê de ango bi merasîma vekirina festîvalê bêne eşkerekirin.

Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhîttîn Bocek îsal dê serokatîya festîvalê bike, ji bo dîrektorîya îdarî navê Cansel Tuncerê, ji bo derhênerîya festîvalê navê Ahmet Boyaciogluyî û ji bo derhênerîya hunerê jî navê Başak Emreyê hatin eşkerekirin.

Ji bo agahî: https://www.antalyaff.com/tr/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d