Li Festîvala Fîlman a Torontoyê Xelata Derhêner a Ebertê didin Sam Mendesî

47emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê îsal di navbera rojên 9-18ê meha Îlonê de li dar dikeve û fîlmê derhêner Sam Mendes yê “Empire of Light” dê promîyera xwe li festîvalê bike. Derhênerê navdar Sam Mendes bi fîlmên xwe yên wekî; 1917, Skyfall û Road to Perdition ve tê naskirin û senaryoya fîlmê xwe yê dawî bi xwe nivîsîye û weke çêker cih girtiye.

Festîvala Fîlman a Torontoyê dê di dîrokên 9-18ê Îlonê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Li festîvalê îsal dê him fîlmê nû yê Sam Mendesî bê nîşandayîn û him jî Xelata Derhêner a Ebertê ya ya TIFFyê didin wî.

Fîlmê Sam Mendesî yê “Empire of Light” di salên 1980an de li bajarokekî qerax ê Îngilistanê diqewime û tê de lîstikvanên wekî; Olivia Colman, Micheal Ward, Tom Brooke, Tanya Moodie, Hannah Onslow, Crystal Clarke, Toby Jones û Colin Firth lîstine.

Li gorî nûçeya malpera Varietyê, CEOyê Festîvala Fîlman a Torontoyê Cameron Bailey daxuyanîyeke da û ragihand ku îsal li festîvalê Xelata Derhêner a Ebertê ya TIFFyê dê bidin Sam Mendesî. Denis Villeneuve di sala 2021ê de, Chloé Zhao di 2020ê de û Taika Waititi di 2019ê de Xelata Derhêner a Ebertê ya TIFFyê girtibûn.

Derhêner Sam Mendes di sala 1999ê de bi yekem fîlmê xwe yê “Amerikan Beauty” re beşdarî li bernameya Festîvala Fîlman a Torontoyê bûbû û piştre li Xelatên Akademîyê Xelatên Fîlmê Baştirîn û Derhênerê Baştirîn girtibû.

Çavkanî: Variety Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: