Li Festîvala Fîlman a Zurîhê Xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” didin Ben Kingsley

18emîn Festîvala Fîlman a Zurîhê îsal di navbera 22yê Îlonê û 2yê meha Cotmehê de li dar dikeve û Xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” îsal didin lîstikvanê navdar Ben Kingsley.

Fîlmê Mary Harron ê “Dalíland” îsal promîyera xwe ya Ewropayê dê li bernameya festîvalê bike ku Ben Kingsley di fîlmê de bi rola wênesazê îspanî Salvador Dalí re cih digire. Lîstikvan di çarçoveya festîvalê de dê li ser lîstikvanîya xwe biaxive.

Ben Kingsley di fîlmên derhênerên navdar ên wekî; Martin Scorsese, Steven Spielberg, Isabel Coixet, Ridley Scottî de xebitîne û di nava fîlmên “Gandhi”, “Schindler’s List” û “Shutter Island” de lîstine.

Çavkanî: Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: