Li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê: fîlmê “Cîran” bi serket
Bernameya duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Navneteweyî ya Moskowê didome û xelatên festîvalê jî diyar bûn. Li festîvalê, derhêner Mano Xelîl bi fîlmê xwe yê “Cîran” re Xelata Metrajdirêj a Baştirîn girt.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îsal cara duyem di dîroka 29ê meha Pûşberê de destpê kir û dê heta 13ê Tîrmehê bi nîşandayîna fîlman bidome. Xelatên festîvalê jî hatin eşkerekirin, fîlmê “Cîran” yê Mano Xelîlî, Xelata Metrajdirêj a Baştirîn (Xelata Herî Serketî ya Festîvalê) girt. Li duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi giştî 54 metrajdirêj û kurtefîlm cih digirin û ji wan 30 fîlm di 4 beşan de ketin pêşbazîyê.
Xelatên 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê:
Xelata Metrajdirêj a Baştirîn: “Cîran” (Neighbours, 2021) / Derhêner: Mano Xelîl
Xelata Belgefîlma Baştirîn: “Nanê Pîroz” (2020) / Derhêner: Rehîm Zabîhî
Xelata Kurtebelgefîlma Baştirîn: “Heft Semfoniyên Zagrosê” (2020) / Derhêner: Perwîz Rostemî
Xelata Kurtefîlmê Baştirîn: “Yên Din” (2020) / Derhêner: Saman Husênpûrî
Xelata Jurîyê ya Pêşbirka Kurtefîlman: “Ido” (2021) / Derhêner: Saman Mustefa
Çavkanî: Moscowkff
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com