Li Festîvala Fîlmên Tirkî ya Frankfurtê fîlmê “Okul Traşi” bi serket
Festîvala Fîlmên Tirkî ya Navneteweyî ya Frankfurtê ji aliyê Komeleya Ragihandina Navçandî (Kültürlerarası İletişim Derneği) ve tête lidarxistin. Festîval îsal cara 22yemîn di navbera 26ê Pûşberê û 1ê Tîrmehê de derket li pêşberî sînemehezan ku li pêşbirka metraj dirêj a festîvalê, fîlmê “Okul Tıraşi” yê derhênerê kurd Ferît Karahanî Xelata Sêva Zêrîn girt.
Li festîvalê îsal Xelatên Serketina di Hemû Jiyanê de dan li hunermendên sînemayê yên Renan Demîrkan, Nûr Surer û Menderes Samancîlarî.
22yemîn Festîvala Fîlmên Tirkî ya Frankfurtê bi piştgirîya Wezareta Çand û Turîzmê, Şaredarîya Frankfurtê, Wezareta Çand û Hunerê ya Hessenê û bi hevparîya Weqfa Film-San ve hate li darxistin û xelatên festîvalê jî bi merasîmeke hatin dayîn. Li festîvalê, fîlmê “Okul Traşi” yê derhênerê kurd Ferît Karahanî di beşa pêşbirka metraj dirêj de Xelata Sêva Zêrîn girt. Derhêner Tufan Taştan bi fîlmê “Sen Ben Lenîn” Xelata Senaryoya Baştirîn girt.
Merasîma xelatan a Festîvala Fîlmên Tirkî ya Frankfurtê li sînemaya Metropolis CineStarê bi pêşkeşvanîya lîstikvan Şencan Guleryuz re li dar ket. Serokê festîvalê Huseyîn Sitki li ser dîroka festîvalê axaftineke kir û ji hemû kesan re spasîyên xwe anîn zimên. Şêwirmendê festîvalê Fehmî Yaşar ragihand ku wê di sala 2023yê de li çarçoveya festîvalê beşeke nû ya bi navê “Pêşbirka Senaryoyê” destpê bike. Derhênerên xelatgirtî yên Festîvala Fîlmên Tirkî ya Frankfurtê; Ferît Karahan, Seçkîner Alici di şeva merasîmê de axaftineke kirin. Herwiha li festîvalê, panêleke bi navê “Bandorên dîjîtalbûnê li ser sînemayê” hate lidarxistin.
Va ye xelatên pêşbirka metraj dirêj a festîvalê:
Fîlmê Baştirîn: Okul Tıraşı – Derhêner, Ferit Karahan
Lîstikvana Baştirîn: Ayşe Demîrel û Emel Goksû – Korîdor
Lîstikvanê Baştirîn: Alî Seçkîner Alıcı – Sardunya
Halîl Babür – Benî Sevenler Lîstesî
Derhênerê Baştirîn: Fîkret Reyhan – Çatlak
Derhênerê Dîmenê yê Baştirîn: Orçûn Ozkilinç – Sardûnya
Senaryoya Baştirîn: Tûfan Taştan ve Bariş Biçakçi – Sen, Ben, Lenîn
Mûzîka Baştirîn: Orçun Erdogan – Bîr Nefes Daha
Çavkanî: Birgün
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com