Li Geverê pêşangeha “Heskîf”
Piştî bajarê Colemêrgê (Hekarî) li Geverê bi mijara “Heskîf” pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Qêrîna Bêdeng’ ku ji wêneyên rojnamevan-nûçegihanê fotoyan Ciwan Degerî pêk tê, bi beşdarîya gelek wênehezan ve îro hate li darxistin.
Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Gazete Sokakê Ciwan Deger bi salan e rojnamevanî û nûçegihanîya fotoyan dike û Deger 19’emîn pêşangeha xwe ya wêneyan bi navê “Qêrîna Bêdeng” (Sessiz Çığlık) vekir. Rojnamevan diyar kir ku pêşangeha “Heskîf” wê li bajarê Wanê li Şaredariya Rêya Ermûşê (İpekyolu Belediyesi) û li Êlihê bidome.
Pêşangeha bi navê “Heskîf” yê rojnamevan Ciwan Degerî, ji 35 wêneyên Bendava Ilisûyê û Navçeya Heskîf a Êlihê ya 12 hezar salî û dîrokî ku dê bin avê de bê hiştin, pêk tê û piştî bajarê Colemêrgê li Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Geverê bi beşdarîya gelek wênehezan ve hate li darxistin.
Nûçe: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)
Wêneyên li jêr: Zîrek Eren Konür
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com