Li gorî Agît İşikî: Yên Herî Serketî
Kolektîfa Sînema û Hunerê ya Mezopotamyaya Bakurê, rêzeyeke taybet a bi navê “Hunermenek, 10 Pirs” amade dikin û van pirsan ji hunermendan re dipirsin.
Kolektîfa Sînema û Hunerê ya Mezopotamyaya Bakurê, rêzeyeke taybet a bi navê “Hunermendek, 10 Pirs” amade dikin û bersivên van pirsan diweşînin. Kolektîf îro jî 10 pirsên xwe yên ku li ser sînema û hunerê hatine amadekirin, ji hunermendê kurd Agît İşik re pirsîn û wî jî bersiv da.
Hunermendê muzîka kurdî Agît İşik bi du albûmên muzîkê yên bi navê “Lorina Sıbê” (2014), “Hez” (2020) derketiye li pêşberî muzîkhezan, û di sala 2015’ê de jî bi gelek hunermendên kurd re albûmeke hevpar a bi navê “Peşk” (2015) derxistine ku tê de straneke bi navê “Rojên Tarî” gotiye.
“Hunermendek, 10 Pirs”: Li gorî Agît İşikî, Yên Herî Serketî:
Derhêner: Michael Haneke
Nivîskar: Gabriel Garcia Marquez
Wênesaz: Gustav Klimt
Muzîkvan: Ciwan Haco
Fîlm/Rêzefîlm: Hable Con Ella
Pirtûk: The Dispossessed
Karekterê Dîrokî: Manî
Xwarin: Kutlik
Bajar: Wan
Demsal: Zivistan
Kolektîfa Sînema û Hunerê ya Mezopotamyaya Bakurê, heta niha di rêzeya taybet a xwe ya bi navê “Hunermenek, 10 Pirs” de, pirsên xwe ji Şener Ozmen, Bîlal Bûlût, Sûat Ûsta, Diljen Ronî, Savaş Damla, Lîsa Çalan, Nedîm Rojhat Yeşîlçinar re pirsîne û weşandine.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com