Li gorî Denis Villeneuve’yê: “Fîlmên Herî Serketî yên Sedsala 21’an”

Derhênerê navdar ê Kenedayê Denis Villeneuve lîsteyeke bi navê “Fîlmên Herî Serketî yên Sedsala 21’an” amadekiribû û dabû rojnameya The New York Timesê. Di lîsteyê de, fîlmên wekî “Children of Men”, “Amores Perros”, “Dogville” û “Inception jî hene.

Li gorî nûçeya ku li malpera Kovara Altyazı’yê hate weşandin, derhênerê navdar ê Kenedayê Denis Villeneuve ji bo rojnameya The New York Timesê, lîsteyeke bi navê “Fîlmên Herî Serketî yên Sedsala 21’an” amadekiribû. Di nav lîsteyê de, fîlmên “Children of Men”, “Amores Perros”, “Dogville” û “Inception jî cih digirin.

Derhêner Denis Villeneuve li seranserê cîhanê bi fîlmên “Enemy” (2013), Sicario (2015), “Arrival” (2016) û “Blade Runner 2046 (2017) ve tê naskirin û derhêner herî dawî dixwaze ku berhema pevxistina bi navê “Dune” ya nivîskar Frank Herbertî, ji bo sînemayê bikişîne.

Li gorî Denis Villeneuve’yê Lîsteya “Fîlmên Herî Serketî yên Sedsala 21’an”:

“Amores Perros” (2000) / Derhêner: ALEJANDRO GONZÁLEZ IÑÁRRITU

“Dogville” (2003) / Derhêner: LARS VON TRIER

“Children of Men” (2006) / Derhêner: ALFONSO CUARÓN

“No Country for Old Men” (2007) / Derhêner: ETHAN COEN, JOEL COEN

“There Will Be Blood” (2007) / Derhêner: PAUL THOMAS ANDERSON

“Un Prophète” (2009) / Derhêner: JACQUES AUDIARD

“Inception” (2010) / Derhêner: CHRISTOPHER NOLAN

“Kynodontas” (2010) / Derhêner: YORGOS LANTHIMOS

“Under the Skin” (2013) / Derbêner: JONATHAN GLAZER

Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir