Li gorî derhênerê nemir Krzysztof Kîeślowskîyî: “11 Fîlmên Baştirîn”

Amadekar-Nivîs: Rûmet Med

Derhêner û senarîstê nemir ê dîroka hunera heftemîn Krzysztof Kîeślowskî yek ji sînemagerên herî serketî ye bi fîlmên xwe yên nejibîr û bêhempa ve mohra xwe li sînemayê da.

Krzysztof Kîeślowskî di navbera nûnerên herî serketî yên sînemaya helbestkî û hunerî de cih digire ku wî li seranserê cîhanê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî; Personel (Fîlmê TVyê, 1975),  The Calm (Fîlmê TVyê, 1980), The Scar (1976), Camera Buff (1979), No End (1985), Blind Chance (1987), A Short Film About Love (1988), A Short Film About Killing (1988), The Decalogue (Fîlmên Televîzyonê, 1989-1990) The Double Life of Veronique (1991), Three Colors: Blue (1993), Three Colors: White (1994), Three Colors: Red (1994) ve tê naskirin. Herwiha di fîlmografîya derhênerê de; gelek kurtefîlm, kurtebelgefîlm û belgefîlmên wî jî hene. Fîlmên Kîeślowskîyî ji gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtin, di îroyîn jî li zanîngeh û dibistanên sînemayê yên cîhanê û ji aliyê sînemahezên ve bi hezkirineke mezin têne temaşekirin. Derhêner

Neynik û çavên xwezaya jiyanê: Krzysztof Kieslowski

Krzysztof Kîeślowskî li dîroka hunera sînemayê herî zêde ji fîlmên derhênerên Ken Loach, Orson Welles, Federico Fellini, Ingmar Bergman û Andrei Tarkovskyî hez dikir û di bandora wêjekarên wekî William Shakespeare, Dostoyewskî û Kakfayî de maye*. Di vê lîsteya jêr de li gorî Krzysztof Kîeślowskîyî 11 fîlmên baştirîn cih digirin ku di hejmara 163yan a Kovara Sînemayê ya Altyaziyê (rûpel: 93, sal: 2016) de hatibû weşandin. Lîsteya fîlman ji aliyê Krzysztof Kîeślowskîyî ve ji bo beşa “Fîlmên Baştirîn ên Hemû Deman” ya Kovara Sight & Soundê hatibû dayîn. Kovara fîlman a Sight & Sound di sala 1932yê de li Îngilistanê dest bi weşanê kir û ji 2021ê bi vir de ye weke mehane weşana xwe didomîne.

Li gorî derhênerê nemir Krzysztof Kîeślowskîyî: “11 Fîlmên Baştirîn”:

“Citizen Kane” (1941) / Derhêner: Orson Welles û Senaryo: Orson Welles , Herman J. Mankiewicz

“The Kid” (1921) / Derhêner û Senaryo: Charlie Chaplin

“Kes” (1969) / Derhêner: Ken Loach û Senaryo: Ken Loach, Barry Hines

“La Strada” (1954) / Derhêner: Federico Fellini û Senaryo: Federico Fellini, Giulietta Masina, Richard Basehart

“The Loneliness of the Long Distance Runner” (1962) / Derhêner: Tony Richardson û Senaryo: Alan Sillitoe

Un Condamné à Mort S’est échappé Ou Le Vent Souffle Où il Veut (1956) / Derhêner û Senaryo: Robert Bresson

“İntimni Osvetleni” (Intimate Lighting, 1965) / Derhêner: Ivan Passer û Senaryo: Ivan Passer, Jaroslav Papoušek, Václav Šašek

“Muzykanci” (The Musicians, Belgefîlm, 1958) / Derhêner: Kazimierz Karabasz

“Ivanovo Detstvo” (Ivan’s Childhood, 1962) / Derhêner: Andrey Tarkovskî û Senaryo: Andrei Tarkovsky, Vladîmîr Bogomolov

“Les Quatre Cents Coups” (1959) / Derhêner: François Truffaut û Senaryo: François Truffaut, Marcel Moussy

“Barnvagnen” (The Baby Carriage, 1963) / Derhêner û Senaryo: Bo Widerberg

*Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri” (Ji Derhênerên Cîhanê Waneyên Sînemayê), rûpel: 79-83 Amadekar: Rıza Oylum. Başka Yerler Yayınları.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir