Li gorî Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê: “10 Fîlmên Herî Serketî yên 2022yê”
Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê (AFI) her sal ji navbera fîlmên salê li gorî bingehên hunera fîlmê û çanda Amerikî, fîlmên herî serketî hildibijire û diweşîne. Di lîsteya Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê de îsal fîlmê James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” bû yekemîn. Fîlmê duyemîn a rêzeya Avatarê dê di 16ê Berfanbarê de bikeve vîzyonê.
Li gorî Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê “10 Fîlmên Herî Serketî yên 2022yê”:
- “Avatar: The Way of Water” (20th Century Studios)
- “Elvis” (Warner Bros.)
- “Everything Everywhere All at Once” (A24)
- “The Fabelmans” (Universal Pictures)
- “Nope” (Universal Pictures)
- “She Said” (Universal Pictures)
- “Tár” (Focus Features)
- “Top Gun: Maverick” (Paramount Pictures)
- “The Woman King” (Sony Pictures)
- “Women Talking” (MGM/United Artists Releasing)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com