Li gorî Teoriya Josehp Campell Analîzkirina Çîroka Teyrê Simurg
Nivîs: Emrah Kaplan
Kurte
Çîroka Teyrê Sîmurg di mîtolojîya kurdan de cihek girîng digire. Wekî çîrokên kurdan ên din ev çîrok jî ji varyatên cuda tê vegotin. Em dê di vê xebata xwe de li ser çîroka Teyrê Sîmurg a ji alîyê Hecîyê Cindî ve hatî nivîsîn bisekinin. Bi piranî mijara me dê di çarçoveya dîtinên motîf û îmgeyan de bê hûnandin. Em dê mêze bikin ka di vê çîrokê de kîjan motif hatine bikaranîn, peyda bikin. Motîfên ku vê çîrokê de heyî û hevparîya motîfên vîya li gel yên wêjeya dinyayên din çi ne dê bibe mijarek dîtir. Eger xalên vê çîrokê yên hevpar yan jî yên cuda hebin kîjanin dê vê derxin holê. Dema behsa çîrokên spekûlatîf û mîta gelekê tê kirin gelo bi temamî resen in yan jî xalên hevpar ên wan li gel wêjeyên din hene? Ji bo ku em bersiva vê pirsê bidin divê çîroka xwe li gor teorîya Joseph Campell a di derbarê mîtan de binirxînin. Joseph Campell dema ku behsa mîtê dike gelo ji bo hemû mîtên dinyayê rêbazek hevpar danîye yan jî cudahîyên mezin xistiye di navbera wan de? Eger em çîroka xwe li gor rêbaza Campell binirxînin di derbarê vê mijarê de dê agahîyên zelaltir nîşanê me bide. Di vê gotarê de em lêbinêrin ka Hecîyê Cindî cih daye kîjan motif û ew motîfên ku hatîne nîşan dan di mîtên kurdan ên din de jî hene yan jî tuneye.
Destpêk
Ji bo ku em mijarê baştir fêm bikin dê li gor teorîya ku me li jor behskirî mijara xwe rawe bikin. Sedeme bijartina vê metodê ev e ku bizanin motîfên di lîtarûtera kurdî de cih girtî çawa hatiye nîşandan û hevparî û ciyawaziya wan li gel teorîya Campell kîjanin behs bikin. Ev mijara niha me bijart ji ber ku tenê dê qala motîfên ku di çîrokê de hatine piştrastkirî bike em dê tenê li ser vî alîyê wê rawestin. Ji bo rawekirina vê mijarê me ji pirtûk, gotar û kovaran sûd vergirt. Gotara me ji ber ku li gor teorîya Campell a di derbarê mîtolojîyê de me yek rêbaz hilbijart. Bijartina rêbazên pirhêl talûkeyekê jî derdixe holê, ew talûke ev e ku mijar ji peyama esasî dûr dike û şêlûtîyekê derdixe. Lewra jî me mijar bi tenê li gor teorîya Campell vegot.
Di derheqê bikaranîna mene û pênaseya mîtê de goftûgoyên cuda tên kirin. Gelek caran yên ku pênaseya mîtê dikin dikevin di nav şaşîyek wiha de ku mît û efsaneyê bi yek digirin. Samuel Herny Hooke ji bo pênaseya mîtê wiha dibêje: “Mîtos ew tişt e ku pê aqilê mirovan hatîye çêkirin û pêkanîna tiştekê nîşanê me didin. Pirsa herî girîng ev e ku gelo mît dixwaze çi ji me re bibêje û mebesta derketina wê çiye.” (r.14)¹ Mîrcea Elîade dibêje “mît ew e ku di civakên seretayî û arkîk de xîmê çanda wan datîne.”² Li gor şîroveya Freud mît xwestekên tepserkirî ên binhişî ne. Pisporê mîta kurd Şahap Valî di derheqê pênaseya mîtê de wiha dibêje: ³“Nemimkûn e ku mirov bikare pênasekeyekî standart ji bo mîtê bike. Mît li gor qada ku xebat li ser tê kirin pênesaya xwe digire.” Wekî ku me jî li jor dit ji bo pênasekirina mîtê gotin û fikrên cuda derdikevin holê. Divê em li pey pênaseya nekevin zêdetir lêbinêrên ka mît çawa derketin û bi mebesta çi ew tê şîrovekirin. Pişt van gotinan em dê kurteya çîroka xwe rawe bikin. Ji bo ku em analîza wê bikin kurte hewceye.
¹ H. Henry, Ortadoğu mitolojisi: r. 14
² M.Elîade, Mîtler,Rüyalar ve Gizemler: r.22
³ Ş.Valî, Kürt Tarihi Dergisi: r.7
Kurteya Çîroka Teyrê Sîmurg
Padîşah hebû ku xwedîyê sê kuran bû. Baxçeyekî wî hebûye. Her sal vî padişahî baxçeyê xwe diçand lê dema hasilat girtinê dirindehek nenasraw diket nava vî baxçeyî û ew baxçe talan dikir. Kurên padîşah biryar dan ku her sal yek ji wan dê bibe nobedarê baxçe da ku bizanibin ev e çi cure dirindeh e. Kurê mezin diçe nikare wê dirindehê têk bibe û paşê kurê nîvekê diçe destûr ji bavê xwe dixwaze ku parastina baxçe bike. Ku çi li serê birayê mezin hatibe li serê birayê nîvekê jî hat. Herî dawî birayê biçûk dihere li layê bavê xwe destûr jê dixwaze ku nobedarîya baxçe bike. Bavê wî jê re dibêje çi li serê birayên te hatiye dê li serê te jî bê, lê belê destûrê dide da ku nobedarîya baxçe bike. Kurê padîşah ê biçûk êvarekê diçe li ber baxçe lêdinêre ku çi bibîne dewêk bi qasî dinyayê tê dikeve li nava baxçe û daran dihejîne, fêqîyên ku dikevin li erd dixe selika xwe. Birayê biçûk şaş dimîne ku dê çawa zora vê dêwê bibe û tiştek nayê bîra wî çareya herî dawî ew e ku dike qêrîn dide li pey dêwê. Dêw ji ber vê qêrînê ditirse û direve. Birayê biçûk Mîrza Memûd dide pey dêwê û dêw dikeve binê bîreke bêhesab. Her sê bira tên da ku bizanin ew çi dêw bû wê ji binê bîrê derxin û bikujin. Ji wan tenê birayê biçûk divêre bikeve bîrê da ku dêwê derbixe. Mîrza Memûd dema ku dikeve binê bîrê dibine ku dêwek razaye û keçikek xweşik li ber serê wê noberdar e. Du keçên din jî li kêleka wê ne. Birayê Mîrza werîsek berdidin li jêr wan her sê keçikan ku binê bîrê derbixin. Keçika herî biçûk hin şîratan mîrza dike û jê re dibêje dema ku li rast nerehetîyan bê dê ev tiştên ku min ji te re gotî bikî. Birayê Mîrza wî di binê bîrê de dihêlin. Ji bo ku Mîrza derkeve ser rûyê erd di binê bîrê de rast çend bûyeran tê. Rêvingîyek dûr û dirêj didomîne li rast jineke pîr tê. Çend rojan dibe mêvanê wê pîrejinê. Pîrejin jê re dibêje tu dê li rast ziyekê (ejderha) bê û ev ziye li ber digere ku keça padîşah bixwe. Eger tu keça padîşah xilas bikî ew dê alîkarîya te bike. Mîrza rûbirûyê ziyê dimîne wê ziyê dikuje û keça padîşah ji mirinê xilas dike. Padîşah ji Mîrza re dibêje ka daxwaza te çi ye ji daxwaz bike ku tu çi bixwazî ez ji bo te bikim, te keça min ji mirinê xilaskir. Mirza tenê daxwaza vegerîna li dinyayê dike. Padîşah jê re dibêje ez nikarim te bişînim lê belê teyrek heye ku jê re dibêjin Teyrê Sîmurg bi tenê ew dikare te bibe, lê belê her sal çûkên wê ji alîyê ziyak ve tên xwarin. Eger tu ziyak bikujî dê dayîka wan çûkan te bibe li dinyayê. Mîrza wê ziyakê jî dikuje. Teyrê Sîmurg ji Mîrza re dibêje rêvingîya me dê heft rojan bidome ji ber wê yekê divê tu heft dûvên mihan û heft meşk av bînî da ku her rojê yekê bixwim. Dema rêvingîyê de dûvek li ser pişta teyr dikeve û rêvingiya li wir pê ve nadome û rast hin bûyerên din tê. Herî dawî Mîrza diçe li ber derîyê zîvkirekê û dibe mêvanê wî. Di dawîya çîrokê de Mîrza her du mûyên hesp li hev dixe û hesp li ber wî peyda dibin. Ew li hesp siwar dibe û ji wir xilas dibe. Ew vedigere dinyayê û bi keça biçûk a binê bîrê derxist re dizewîce. Bi hev re şad dibin.
Em dê di vê beşê de çîrokê li gor nêrîna Campell a di derbarê çîrok û mîtan de binerin û hevparîya wan a li gel mîtên dinyayê derxin holê.
Li gor teorîya J. Campell destnîşankirina rêbazên mît û çîrokê
Cudabûn
a)Bangwaza ber bi destpêka rêwîtîyê ve :
Lehengê sereke bi jîyana xwe ya asayî re eleqedar e. Ev ji bo rêwingtîyekê tê bangwazkirin û ev rê ji bo destpêkirina serpêhatîyekê ye. Ev rêwingtî dibe destpêka bûyera mîtîk. Ew xetayên tên kirin dibe sedema derketina jîyanek nû. Di vê jiyana nû de cih cihekî nenasraw e û bi metirsîyan ev cih tê zanin. Exleb cihê wisa daristan, şikeft, binê avê, xewn, asiman û yan jî binê bîrekê ye. Qeza yan jî bûyerek xirab dibe sedema qederek nû. Gelek car ji bo vê rewingîya leheng kesekên pîrejin yan jî pîrzilamek aqil dide û vê rêyê nîşanê wî dide. Sebeba banglêkirina vîya ev e ku leheng bikêşînin di nava macerayê de. “Mîrza Memûd diçe cem padşê, divê: “-Bavo, îsal ez ê herim ber baxçe. Bavê wî nahêle, lê kurê wî biçûk Mîrza Memûd xwe dide berke, divê: -Ez ê îsal herim.” (r.121)⁴ Rêwingiya mîtîk bang li leheng dike ku wî ber bi macerayê ve bibe û edî leheng ji niştecih tê dûrxistin.
⁴ H.Cindî, Hikyatêd Cimeata Kurda, çap 5, r. 121
b)Alîkarîyên dersirûştî:
Pişt rêwingîya ewil leheng li rast hin dirindehên curbicur tê. Ji bo ku van tiştên sersiruştî bifilite exleb figûrek rêber derdikeve hemberê wî. Ev rêber hin caran keçek xweşîk, pîrejin û yan jî pîrezilam e: “Qonc jor da kete erdê. Lê berî hingê keçikê Mîrza Memûd ra gotibû: ‘Here filan tewlê sê hespan tê da nin, dizîva her yekê mûkî bikşîne, hilde. Kengê tu ketî tengîyê, tu wan mûyan levxe, ew ê ber te hazir bin, tê şuxilê xwe biqedînî, tu yê berdî, ew ê herîn.’⁵ J. Campell dema pirtûka xwe de behsa mîta çermsorê amerîkî dike û wiha qal dike: Di binê erdê de jinek zeîf, kurt û bêserûber hebû, ev jinek pîrepind bû. Zarokên ku bavê xwe winda kiribûn û ev zarokan rêya xwe şaşkirinbûn bi saya vê jinê cihê bavê wan ji wan re got; eger hûn biçin bavê xwe peyda bikin dê hûn li xwe miqate bibin çi ku ew rêya hûn diçin bi talûkeyan tejîye.
c)Destpêkirina Qonaxa Yekem:
Lehengê çîrok yan jî ên mîtê êdî jiyana xwe rojane derdikeve ber bi jiyanek ne diyar û tejî bi tirs ve diçe. Di vê rêwingiya xwe de rast bi bûyerên ecêb û astengker tê. “Mîrza Memûd diçe ser kanîyê, dîna xwe didê du beran hatin ser kanîyê. Gurze ormex ser kanîyê bû. Ewana gîha xwarin, dest pê kirin li hev xistin. Yê qer bû qerqaş, yê qerqaş bû qer. Ewî şaş kir banzda ser yê qer. Heft tevekê binê erdê de çû.”⁶
Teşerûf
a)Rêyên azmûnê:
Leheng pişt azmûna ewil êdî hêdî hêdî ber bi dinyayek tejî bi êş û azmûnên sersiruştî ve dihere. Leheng ji bo armanca xwe pêk bîne divê van azmûnan hemûyan derbas bibe: “Padşa divê: – Qeweta min naghîjê. Teyrek heye ku cûcikê wî her sal ziyak dixwe. Hergê te ziya kuşt, tê herî dinya ronîk.”⁷ J. Campell ji mît û çîroka dinyayê mînakên bi şiklî jî dide: “Vê carê jî ji xwedawendê tê xwestin ku erderhayek heye tu car ranazê û li ser girekê niştecih bûye, tenê li wir av heye divê here ji wir avê bîne. Psykh tê xwestin li bin erdê qutîyek heye ku pîroz e û divê vê qutîyê bîne, ew tenê bi wê şertê dikare li binê erdê derkeve.”⁸ Em dibînin ku mît, hem di çîrokên dinyayê de hem jî yen kurdî de rêbazên hevpar hene.
b)Hevpeyvîna li gel Xwedabanûyê:
Di vir de leheng gelek caran bi evîna wî tê azmûnkirin. Leheng di vê qonaxê de rûbirûyê hezkirina dimîne û tê tespîtkirina ku çi qas ji evîndara xwe hez dike. Hin caran xwedabanûyên xweşîk derdikevin hemberê leheng da ku wî ji evîna rast dûr bixe. Ev çîroka ku em li ser sekinîn de xwedabanûyek wisa nayê der.
c)Jin di rola weswesekirî de:
Jin li vir de êdî kesayetek beşerî ye derdike hemberê leheng. Wî ji alîyê cînsî û madî ve dikêşe li nava bûyeran. Leheng berambera ewan jî azmûnekê dide. Di çîroka ku em li ser sekinîn de jinek wisa dernayê lê di dawîyê de leheng bi wê keça ku binê bîrê de derxist re dizewice.
d)Aştî bi bavî re:
Leheng bi kesekê re rûbirû dimîne û ew kes jî xwedîyê heza kujer û jîndar e. Ev e hin caran padîşahek e hin caran jî bav e.
e)Bereketa dawî:
Hemû kiryarên leheng ji bo qonaxê ne ku bigihije armanca xwe. Ew armanc hin caran ava heyatê ye, hin keçeka nemir hin caran jî vegerîna welatê xwe ye. Mîtolojîyan de exleb ev armanc xwestekên sersiruştî ne. “-Ha ez hatim, ez Mîrza Memûd im. Wana ez bîrê de hiştim. Padşa dibhê, wekî Mîrza Memûd hatîye, digre jina wî dîsa dide. Heft rojan û heft şeva dawetê dikin.”
⁵ H.Cindî, Hikyatêd Cimeata Kurda, çap 5, r.123
⁶ H.Cindî, Hikyatêd Cimeata Kurda, çap 5, r. 123
⁷ H.Cindî, Hikyatêd Cimeata Kurda, çap 5, r. 126
⁸J.Campell, Kahramanın Sonsuz Yolculuğu, çap 2, r.114
Veger
a)Redkirina Vegerê:
Di çîrok û mîtan de leheng êdî naxwaze vegere dinyaya asayî û ew di dinyaya xwe ya nû de bi aramdaran re bextewar e. Eger leheng vegere dê bibe kesek bi rêzê lewra jî vê vegerê red dike. Gelek çîrokên gelerî û mîtan de sedema vegerîna leheng ev e ku êdî ev gihiştîye armancên xwe. Campell ji bo vê xalê wiha dibêje: “Pişt ku leheng erka xwe ya jêrzemîn yan jî jorzemîn bicih anî êdî li ber vegerîna dinyayê digere û dikeve li nava xwestekek wiha de”⁹
- b) Firîna Caduyî;
Dema leheng nêzîkê encamê dibe xelatek derdikeve pêşîya wî, ew xelat ji bo eşkerekirina hin tiştan giring e. Divê leheng wê xebatê hilgire û here. Campell ev ê di mîtên dinyayê de wiha rawe dike; “Eger tu bixwazî herî welatê Erîn’ê ez dê kihêlekê bidim lê belê tu ji wî kihêlê peya bî yan jî pêyê de erd bikeve heta hetayî dê li wir bimînî û li wir pîr bibî” Çîroka ku em li ser sekinîn bi vî şiklî bûyerek heye: “ Keçîkê gotîbû Mîrza Memûd: ‘Here otaxa hanê, mişk, pişîka zêrîn, dîk û sinya zêrîn li wir da ne. Tu dikarî here bîne, ew ê te wextekê xilaz kin.”¹⁰
- c) Alîkarîya sersiruştî:
Leheng dema dikeve nava azmûnekê rast li hin bûyeran tê ji bo xilasbûna wî jî pêwîst e ku alîkarîya hin kesên asayî yan ên ne asayî wergire. Ew e dibe ku leheng bikêşîne li nava jîyana rojane. Li vir derbexwarin leheng qels dike. Di dawîyê de wan hemû merheleyan bi xêra tiştên sersiruştî pêk tîne.
- d) derbaskirina qonaxa vegerê:
Leheng di vê qonaxê de fêr dibe ku çawa ji serborîyên xwe xilas bûye. Wan serborîyan dê ji kesên dinyadenî re bibêje. Leheng êdî ji her tiştê derasayî filitîye û xwe gihijandîye armanca xwe.
- e) Padîşahê du dinyayan:
Di mît û çîrokan de leheng li vir êdî ne kesekî birêzê ye, ew du dinyayan temsîl dike. Leheng kesek mîna Îsa, Muhammed û Buda ye. Leheng him digihije aramiya ruhî him jî ya beşerî.
- f) Jîyana azad:
Dema her tişt diqede êdî leheng ji belayan xilas bûye û ew mekanên teng ku tevgera leheng bêmîsoger dike nemane. Ne tirsa mirinê ne jî tirsa pêşerojê heye. Leheng kesek azad e. “Ha ez hatim, ez Mîrza Memûd im. Wana ez bîrê de hiştim. Padşa dibhê, wekî Mîrza Memûd hatiye, digre jina wî dîsa dide. Heft roj û heft şevan dewatê dikin. Ew çûn mirazê xwe şa bûn, hûn jî herin mirazê xwe şa bin.”¹¹
⁹ H.Cindî, Hikyatêd Cimeata Kurda, çap 5, r. 131
¹⁰ H.Cindî, Hikyatêd Cimeata Kurda, çap 5, r.127
¹¹ H.Cindî, Hikyatêd Cimeata Kurda, çap 5, r.131
Motîfên di çîroka Teyrê Sîmurg de hatine bikaranîn
Motîfên ajelan:
Di edebiyata gelêrî û mîtî de ajel bi gelek şiklan ve derdikevin pêşîya me. Ajel wekî nebatên sûdwergirtinê tên qebûlkirin. Her du wêjeyan de ajel ji bo ku alîkarîya lehengê çîrok û mîtê bike hatine nişandan. Ajelên ku di vê çîrokê de hatine bikaranîn ev in: Hesp, beran, teyr, mirîşk, ruvî, tajî, ga û ejderha.
Hesp: S. Thompson girîngiya hesp a wêjeya gelerî de wiha rawe dike: Xelasîya ji xeterîyan, rizgarîyê, xwedîtîyê, esaletê û giredana rê dide. Di vê çîrokê de behse motîfa hesp tê kirin û hesp ji bo leheng rêya rizgarîyê vedike.
Teyr; Gelek caran teyr di wêjeya gelerî de wekî ajelek nerînî bê qal birin jî varyantên vê yên cûda hene. Teyrê ku vê çîrokê de nîşaneya azadîya leheng e û ajalekî alîkar e.
Motîfa hejmara çile: Hejmara çilê bi foksîyonên cuda de edebata rojhilata navîn tê bikaranîn. Sala çilî nimûneya kamilbûnê ye. Ji bo pêxemberan destxistina pêxemberîyê ye. Lewra jî wek hejmarek pîroz tê qebûlkirin. Di vê çîrokê de jî hejmara çilê hatiye bikaranîn.
Motîfa hejmara heftê: Hejmara heftê di wêjeya gelêrî de cihekî pîroz û girîng digire. Heft roj, heft tebeqe binê erd, heft rojan dawet û heft beran bi vî şiklî di wêjeyê de cih digire. Çîrokê de jî Mîrza Memûd heft tebeqeyan dikeve binê erd.
Motîfa pîrejinê: Pîrejin di wêjeya dinya de cihek cûda digire. Ev pîrejin hin caran navbeynkar e hin caran jî rêber e ku nesîhetan dide lehengê çîrok, destan û cûreyên wêjeyê yên din. Çîroka Teyrê Sîmurg de ev pîrejin aqil dide lehengê çîrokê ku ev nekeve di nav astengîyan de.
Encam
Ev xebata me li ser taybetmedîyên çîroka H. Cindî ya bi navê Teyrê Sîmurg bû. Di vê xebatê de me nîşan da ku hevparîyên mît û çîrokan ên dinyayê wekhev in. Me tesbîtên xwe bi piranî li gor rêbaza Joseph Campell kir. Ji bilî vê nêrînê me xwe gihand çavkanîyên bi kurmancî. Pişt vê xebatê me fêm kir ku gelek hevparên çîrok û mîtên gelan hene. Di vê çîrokê de jî pir motîfên gelêrî yê çanda hevpar cih digirin. Ev motîfên ku me di vê xebatê de tesbît kirine ev in: Motîfên hejmaran, motîfên ajelan, motîfên azmûnkirinê û motîfa pîrejinê.
Peyvên sereke: Mît, Çîroka Teyrê Sîmurg, Li gor rêbaza J. Campell motîfên ku çîrokê de heyî
ÇAVKANÎ:
- Josehp Campell, Kahrmanın Sonsuz Yolculuğu, Kabalcı Yayınevi, 2.basım, 2010
- Mircea Eliade, Mitler, Rüyalar ve Gizemler, Doğu Batı Yayınevi, 2017
- Samuel Henry Hooke, Ortadoğu Mitolojisi, İmge Kitapevi Yayım, 5.basım, 2015
- Mesut Yeğen, Kürt Tarihi, İsmail Beşikçi Vakfı Dern Matbaacılık, sayı 35, 2019
- Ramazan Pertev, Edebiyata Kurdî ya Gelêrî, Weşanxaneya Avestayê, çapa yekem, 2015
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com