Li gorî kovara sînemayê Film Comment, “20 Fîlmên Herî Serketî Yên 10 Salên Dawî”
Kovara sînemayê Film Commentê lîsteyeke bi navê “20 Fîlmên Herî Serketî Yên 10 Salên Dawî” amadekirin û di lîsteya kovarê de fîlmê “Zama” ye derhênera navdar a Arjantînî Lucrecia Martel bû yekemîn.
Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Karinca’yê de cih digire, kovara sînemayê Film Commentê di hejmara xwe ya Rêbendan-Sibatê de, bi dengên 300 kesan ku têde nivîskarên sînemayê û akademîsyenan jî hene, lîsteyeke bi navê “20 Fîlmên Herî Serketî Yên 10 Salên Dawî” amadekirin û weşandin. Di lîsteya fîlmên herî serketî yên kovarê de, fîlmê “Zama” (2017) yê derhênera navdar a Arjantînî Lucrecia Martel bû yekemîn. Di lîsteyê de fîlmên wekî, “Moonlight”, “Carol”, “Leviathan” û “Parasite” jî cih digirin.
Fîlmê “Zama” (2017) ji aliyê nivîskarên sînemayê ve yek ji baştirîn fîlmên salê hatibû hilbijartin.
Yek ji nûnerên herî serketî yên “Sînemaya Arjantinê ya Nû”, derhêner û senarîsta navdar a Arjantînî Lucrecia Martel bi derhêner Pedro Almodóvar re yek ji derhênerên herî bandorker û serketî yên sînemaya Spanî û sînemaya serbixwe ye û mora xwe li hunera heftemîn daye. (Çavkanî: Rûmet Med)
Kovara sînemayê Film Comment ji sala 1962’yê û bi vir de, 68 salan e li Amerîkayê û cîhanê weşana xwe didomîne.
Li gorî kovara sînemayê Film Comment, “20 Fîlmên Herî Serketî Yên 10 Salên Dawî”:
1. Zama
2. Toni Erdmann
3. Uncle Boonmee Who Can Recall His Past Lives
4. Holy Motors
5. No Home Movie
6. The Tree of Life
7. The Master
8. Phantom Thread
9. Moonlight
10. Boyhood
11. Under the Skin
12. Carol
13. Margaret
14. Leviathan
15. The Turin Horse
16. Inside Llewyn Davis
17. Mysteries of Lisbon
18. Burning
19. The Act of Killing
20. Parasite
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com